Pirtûka 'Bo Dîrokê' ya serok Barzanî bi Kurmancî derket

Pirtûka 'Bo Dîrokê' ya serok Barzanî bi Kurmancî derket

.

A+A-

 Pirtûka "Bo Dîrokê" ya serok Mesûd Barzanî bi zaravê Kurmancî  ji aliyê Weşanên Avestayê ve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat çapkirin û weşandin.

Pirtûk ji 216 rûpelan pêk tê û 16 wêne jî têde hene û ji aliyê nivîksar û rojnamevan Arif Zêrevan ve bo ser zaravê Kurmancî yê zimanê Kurdî hatiye guherandin.

Di pirtûkê de behsa gelek mijarên derbarê Kurd û Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn, pêwendiyên navdewletî, peymana herêmî ya li dijî kurdan, referanduma serxwebûna Kurdistanê û hin mijarên din tê kirin.

Ne tenê 20 salên dawî, ev kitêb kurtedîroka 100 salî ya têkoşîna tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye.

Weşanên Avestayê derbarê pirtûkê de dibêje, “Mesûd Barzanî, serokê berê yê Herêma Kurdistanê, dîtin û bîranînên xwe yên li ser ‪referandûma serxwebûna Kurdistanê nivîsîn û di kitêba bi navê “Bo Dîrokê” de çap bûn. Di kitêbê de gelek agahiyên girîng ên li ser Kurdistan, Iraq, herêm û welatên din hene.”

‪Weşanên Avestayê beşeke kurt ji naveroka pirtûkê ya bi Kurmancî wiha belav kiriye: “Di sed salên borî de miletê Kurdistanê hemî rê tecribe kirin da bikare digel dewleta Iraqê di nêv aştî, şirîkatî û wekheviyê de bijît. Hikûmetên Iraqê li hemberî vê yekê heta ko ji wan hat taqeta dewletê xist bin xizmeta şovenîzmê û mezhebcîtiyê de. Wan rêya marjînalîzekirin, erebkirin, jenosîd, rizqbirîn û înkara kurdan da ber xwe. Ji ber vê hindê miletê Kurdistanê piştî ko ji tecribekirina hemî rêyan bêhêvî bû referandum çêkir. Referandumê kûrahiya têgeheştîbûn û baweriya miletê Kurdistanê ya ji bo çareseriyeka modern û aştiyane ya dozeka zehmet ya sed salan nîşan da. Lê belê bersiva dengê meşrû û aştiyane yê milletê Kurdistanê, cardî jî bû zimanê sîlehan, zordarî û eqliyeta şovenîst. Rêya tikîtenê ji bo çareserkirina problemên Iraqê û nehiştina giriftên di nêvbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de û rêya tikîtenê ya xwegihandina pêşketin û aştiyê, destjêberdana eqliyeta şovenîst û bijartina kultura hevduqebûlkirinê ye.”

Herwiha li ser berga paşîn a pirtûkê de beşek ji naveroka pirtûkê hatiye çapkirin ku bi vî awayî ye: “Pirsyar ev e: Madem rê nayêt dan ko em şirîkên vî welatî bin em dê bi çi hêviyekê endamên vî welatî bin? Di gelek qunaxan de ji bo xatirê Iraqa nû û li ser sozên Emerîkayê me çavên xwe ji gelek mafên xwe û zêdegaviyên hikûmetên iraqî re neqandibû. Ev hemî sebebên wê çendê bûn ko em digel aliyên kurdistanî bigihîn wê netîceyê yan divêt em di dewleta Iraqê de şirîk bin yan jî wekî sedsala borî her di xelekeka vala de bizivirin. Madem Bexdayê jî nekarî me wekî şirîk qebûl bike divêt em bidin ser rêya xwe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin