Pirsgirêka mamosteyên Kurdî: Tayîn tune ye.

Pirsgirêka mamosteyên Kurdî: Tayîn tune ye.

Berdevkê Înîsîyatîfa Mamosteyên Kurdî Mehmet Ay dîyar kir ku heta pergala perwerdehîya yekzimanî ji holê ranebe wê kurdî her tim sînordar be.

A+A-

Piştî hilweşandina pêvajoya çareserîyê li Tirkîyê mamosteyên zimanê Kurdî di bin astenga tayînê de ne. Rojên borî jî tezên nivîsandina bi Kurdî jî hatibû rakirin. Li ser vê pirsgirêkê pirsgirêka tayîna mamosteyên Kurdî jî ket rojevê.

Di sala 2012-2013an de li Zaningeha Artuklu ya Mêrdînê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vebû. Piştî vê li Zaningeha Alpaslan a Muşê û li Zaningeha Çewlîgê ev beş vebû. Li gorî hejmarên dawî ji van beşan heta niha ji 500 kesan 112 kes tayîn bûne û di sala 2020an de jî tenê 2 kes tayîn bûne.

Berdevkê Înîsîyatîfa Mamosteyên Kurdî Mehmet Ay pirsgirmka tayîna mamosteyên Kurdî bi polîtîkaya dewletê ya “yek zimanî” girê da.

Mehmet Ay wiha axivî “"Her sal di beşa zimanê kurdî de bi qasî 100-120 xwendekar mezûn dibin. Di nava van de hem kirmanckî û hem jî kurmancî heye. Îsal  tenê 2 mamosteyên kurdî hatin wezîfedekirin. Ji sala 2012’an heta niha bi giştî 150 mamoste hatine wezîfedekirin. Gelek ji van ji ber ku nehatin wezîfederkirin, beşên xwe guhertin. Derbasî beşên mîna wêjeya zimanê tirkî bûn. Kesên ku mayîn jî li benda wezîfedekirinê ne. Jixwe ders nayên dayîn. Ji ber dersa vebijarkî ye jî divê destûra gerînendehê dibistanan bê standin. Carna jî li gorî daxwazîya malbatan dersên bijarkî tên dayîn. Ji pola 5’an heta pola 8’an malbat dikarin kurmancî û zazakî hilbijêrin. Lê ji bo ku li dibistanekê dersa kurdî bêdayîn divê ji 10 kesan zêdetir serlêdan bên kirin. Li vir malbat jî berpirsyar in. Dema ku malbat nebijêrin Wezarata Perwerdehîyê kontejan nade. Jixwe kontejan kêm didin, dema wiha dibe jî kontejan kêm dibe.” 

Ay, di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatîya li hemberî ziman û got:” Ji sedî 90 di destê dewletê de ye. Divê destpêkê dewlet dev ji polîtîkaya yekzimanî berde. Dema ku em îro li bingeha perwerdehîya Tirkîyeyê dinêrîn, li ser yek zimanîyê hatîye avakirin. Perwerdehîya yekzimanî di demên pêş de ji bo xwendekaran dibe asteng. Ji ber ku tenê zimanekî hînî wan dikin, xwendekar nikarin bi zimanekî cuda lêkolînan bikin. Ev jî ji pêşerojê xetere ye. Dema ku zarok 2 yan jî 3 zimana hîn dibe, mejîyê wan bêtir vedibe û zindî dibe. Zarokên kurd jî heta 7 salîya xwe zimanê kurdî diaxivin, lê dema diçin dibistanê êdî zimanekî din dikeve maqibilî wan û ev jî pêşî li ber pirsgirîkên dêrûnîyî vedike. Di hundirê xwe de tên girtin û nikarin derdê xwe zêde bînin ziman. Dema perwerdehî pir zimanî be, hewce nake tiştekî wisa bijîn. Dersa vebijartî tiştek nade wan. Ew mufredat sînorkirî ye.”

Ay, bal kişand ser mijara nivîsandina tezên bi tirkî û wiha dom kir: "Ji dema 2011’an vir ve dema beşa kurdî vebû, di pergala YOK’ê de zimanê kurdî nehatîye pejirandin. Dema ku tu tezekî binivîsî ne bi kurdî, tirkî tê nivîsandin. Hîn kurdî neketîya nav pergala navneteweyî ya tezan. Ji ber wê jî salê bi dehan tez tên amade kirin, lê ji ber ku YOK nepijirandîye, tez tirkî tên amadekirin. Em beşên kurdî dixwînin û ji van beşan mezûn dibîn, lê tu bi zimaneke din teza xwe dinivîsî. Wekî mamosteyên kurdî em dibêjîn divê YOK ji vê xeletîyê vegere. Çawa ku em ji Wezarata Perwerdehîyê re dibêjîn derbasî perwerdehîya pir zimanî bibe, em ji YOK’ê re jî dibêjîn pêşîya tezên kurdî veke.”

 

‘DIVÊ KOLEJ Û KREŞ DERBASÎ PIR ZIMANÎYÊ BIBIN’

 

Ay, axaftina xwe wiha bi dawî kir:” Em bang li kreş û kolejan jî dikin; divê di mufredatê de cih bidin dersên kurdî. Ji hêla hiqûqî ve li pêîya wan tu astengî nînin. Bêtir jî divê li kolej û kreşên li bajarên kurdan, dersên kurdî bên dayîn. Bi rastî jî divê kolej bikevin bin vî barê kurdî û derbasî perwerdehîya pir zimanî bibin.” 

 

MA / Zeynep Dûrgût

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin