Pirsa Kurd hesabên aliyên siyasî serobin dike

Pirsa Kurd hesabên aliyên siyasî serobin dike

.

A+A-

Hebûn û nebûna pirsa Kurd li nava Tirkiye careke din weke destpêka çîrokekê di rojevê de bi cî bûye. Di demeke wisa de ku behsa hilbijartinên pêşwext tê kirin û hemû alî û bere li gor wê eleqe bi Kurdan didin, hebûna pirsa Kurd û mixatabê ji bo çereseriyê careke din hesaban serobin dike.

Aliyê desthilatê ku berê pirsa kurd qebûl dikir niha dibeje ew pirs nîne. Opozsyon a ku berê digot pirsa Kurd nîne niha dibeêje ew pirs heye û mixatab HDP ye. Di vê navê de HDP jî hewl dide nêrînên cihê yên di nava xwe de safî bike. Di deklerasyona dawîn a HDPê de jî, ew partî xwe wek aktor û mixatab nîşan dide.

Nîqaşên li ser pirsa kurd û muhatabê çareseriyê careke din di rojeva Tirkiye de cihê xwe mayînde dike. Bereya Cumhur û Bereya Milet nakok in li ser hebûn û nebûna pirsa kurd. Bi heman şêweyî HDP jî nakok e bê ka mixatabên çareseriyê ew in yan Îmrali ye. Di wê demê de ku behsa hilbijartinên pêşwext tê kirin, rola dengê kurdan dike ku hemû partî û bere careke din hewl didin pirsa kurd û çareseriya wê ji xwe re bikin pireke serekftina hilbijartinan.

Parlementerê HDPê Mehmet Ruştu Tiryakî dibêje: “Banga CHP bi qîmet e. Dibêje em dixwazin HDP mixatab bigirin û pirsgirêkê jî li parlementoyê çareser bikin. Rast e HDP jî aliyekî vê pirsgirêkê ye, HDP li Parlementoyê ye û cihê ku divê ew pirsgirêk bê çareserkirin jî parlemento ye.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di gotareke xwe de dibêje ku pirsa kurd heye û mixatab jî HDP  û parlemento ye. Hevserokê berê yê HDPê li ser vê Îmrali nîşan da. Lê Selahattîn Demirtaş careke din bi twîteke xwe berê nirx û nîqaşan vegerand qada siyaseta legal. Helwesta CHP lê bi taybetî jî ya ÎYÎ Partiyê li hember meşruiyeta HDP û pirsa kurd ji carê berê gelekî cûdatir encam da.

Akademisyên Ufuk Uras jî got: “Pêşî divê mirov spasiya Kiliçdaroglu bike. Ji ber ku qe nebe kir kû ew pirsgirêk bi navê xwe bê nîqaşkirin. Ez helwesta CHP ya demên dawîn gelekî baş û erênî dibinîm. Çi seredana Hewlêrê, çi maseya wan ya rojhilat. Mijarake ku di rojeva wan de nebû anîn rojevê û bi nav kirin. Ji ber wê ji hêla opozisyonê ve ez vê gavê gelek di cî de dibînim

Serokomarê Tirkiye Erdogan ku di sala 2005an de li Amedê gotibû ‘Pirsa Kurd heye û ew pirs pirsa min e’ niha dibêje ‘pirsa çi halê çi, me ew pirs çareser kiriye û tu pirs jî nîn in”

Welatî Mehmet Toprak jî dibêje: “Ew mijareke tevlihev e. Pirsa kurd heye jî û tuneye jî. Lê weke ku ew pirs hebe tê hesibandin. Ji ber ku hin mafên wan nehatine dayîn û ew pirs heye.”

Welatî Kemal Tokdemîr jî got: “Mesela Kurda berê de heye. Yanî Erdogan dê bi ku de here. Çi bêje jî mijar li holê ye.”

Welatî Cemîl Keskîn jî wiha axivî: “Berê nêrîneke desthilatê hebû. Digotin pirsa kurd heye û emê hemû tiştan çareser bikin. Lê niha ew dibêjin nîne û Kiliçdaroglû dibê heye.”

HDP di deklerasyona xwe ya dawîn de eşkere dike ku HDP amade ye ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiye û pirsa kurd li parlementoyê bibe aktorek kêrhatî. Di daxuyaniyên hemû aliyan de helwest û rengê raya wan êdî eşkere ye, lê tişta ku nayê zanîn ew e bê ka wê nîqaşên li ser pirsa kurd wê heta roja hilbijartinan germbe yan wê piştî hilbijartinan jî ew mijar li ser maseyê be.

Rawîn Stêrk-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin