Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

"Pîrika hemû Dîyarbekirîyan ermenî ne"

A+A-

Salih Ince

Ethem Mahçûpyan vexendîyê Navenda Olof Palmeyê, li Stockholmê bû û li ser rewşa Tirkîyê agahî dida. Ez jî vexwendîyek guhdar bûm. Bawerim wê demê Mahçupyan, di rojnameya Zamanê da dinivisand. Yan jî serşêvirmendê serokvezîrê wê demê Davutoğlu bu. 

Mahçûpyan kirinên PKK bi tundî rexne dkir û bi taybetî jî li ser şewitandina mektebên li gundên Kurdistanê radiwestîya. Ew, alîgirek AKPyê bû. Wextê navberek hat dayîn, ez, rojnamevanê kurd Eşref Okumuş û Etyem li ser pîya piçek sohbet kirin. Min gazin ji hin gotinên wî kir.  Mehçupyan dengê xwe nekir, li dij derneket. 

Min berê Mehçûpyan bi nav nasdikir, wek din nasînek me tune bû. Min got, ez ji Dîyarbekirê me û pîrika min jî ermenî bû û hemû malbata wê hatin kuştin. Min gotina "nene"' bi kar anî bû. Mehçûpyan vê bêjeyê nasdikir, bişirî û got: Bütün Diyarbaklıların nenesi ermenidir(Pîrika hemû Dîyarbekirîyan ermenî ne). Ez jî bişirîm. Bi nîvhenekî an bi fişalî be jî ew gotin di hundurê xwe da rastîyek tirajedîk dihewand. 

Min paşê hevalên xwe yên Dîyarbekirî li Swêdê anî ber çavên xwe û hema bibêje pîrikên hemûyan ermenî bûn. Ew jî xuya dikir ku li Dîyarbekirê komkujîyek mezin pêk hatibû û di wextê zaroktîya min da şikeftên derdora Dîyarbekirê şahidîya wê dikir. 

Komkujî mîna ku dewleta tirkî îddîa dike bê kontrola dewletê pêk nehatibû. Ew, plankirî, li gor sîyaseta serkirdeyên rêxistina îttîhadî dimeşîya. Gelek gundên ermenîyan li derdora Dîyarbekirê jî hatibû şewitandin. Komên ermenîyan ku tehcîrê Sûrîyê dikirin ji Dîyarbekir û Mêrdînê derbas dibûn û gelekên wan wê demê hatin kuştin. Baş tê zanîn ku walîyê Dîyarbekirê Mehmed Reşîd ku damezrênerek rêxistina İttihadî bû, komkujîyê sewk û îdare dikir, dimeşand û xelqê teşvîk dikir ku tevî kuştinê bibin. Walî, mafê talankirinê jî dabû wan.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin