Pilingê serhildana Agiriyê: Şêx Evdirehman

Pilingê serhildana Agiriyê: Şêx Evdirehman

Mahmut Begik

A+A-

Di dîroka Kurdan de destanên mêrxasiyê gelek in. Mêrxasên Kurdan ketine nava gelek qewimandinan û di hemû qewimandinan de, bi dadwerî tevgeriyane. Heya roja me jî navê wan li ser zimanê xelkê ye, xelk behsa wan dike û xelkê li ser wan kilam gotine. Di nava wan qehremanan de yek jî Şex Evdirehmanê birayê Şêx Zahir e.

Şêx Evdirehman, bi malbata xwe ve ji 120 sal û vir ve, li aliyê Qersê, li Qereceelî jiyane. 6 bira bûn. Şêx Zahir, Şêx Ûsiv, Şêx Elî, Şêx Tahar, Şêx Hebîb û Şêx Evdirehman. Dema şerê Agiriyê di sala 1926an de dest pê dike, ji 6 birayan 5 ji wan di şer de şehîd dikevin û tenê Şêx Evdirehman dimîne.

Eslê malbatê, li gor Şêx Mihemed Emîn kurê Şêx Evdirehaman, di bavê heftan de digihîjin malbata Seyîd Tahayê Nehrî û li gor neviyê wî Mustafa Balbal, eslê wan ji eşîra Şêxbiziniyan e. Ew û birayê wî yê mezin Şêx Zahir, li Aralıka bi ser bajarê Îdirê, di karê xwê de dixebitin. Beriya serhildana Agiriyê karê qaçaxiyê dikin lê piştî General Îhsan Nûrî Paşa tê Agiriyê, polîtîze dibin û dibin parçeyek ji tevgera Agiriyê. Beriya serhildana Agiriyê û piştî serhildanê bi sedan car şer dikin û di hemû şerên xwe de biserdikevin.

Ji 6 birayan du ji wan, di nava wêjeya devkî ya Kurdî de ciyê xwe digirin: Şêx Zahir û Şêx Evdirehman. Kilama bi nav û deng ya “Lê lê Hedê” ya her du birayan e. Hedê, jina Şêx Evdirehman e. Bi giştî, behsa her du birayan dike lê dema Şêx Zahir birîndar dibe, bêhtir bûyera birîndariyê dikeve nava termên kilamê. Şerên wan ên bi navê Şerê Gewgewe, şerê Gola Nawirê, Şerê bo tola Biro Rindo û Şerê Kevirê Bûk û Zava, gelek bi nav û deng in û kilamên wan hene. Di Hezîrana 1931an de, Şêx Zahir, di şer de birîndar dibe. Birîna wî xedar e û nafilite. Şerê wan li Kevirê Bûk û Zava ku bêhtir nêzîkê nevçeya Wanê ya Ozalpê ye diqewime. Rojek berê jî tiliyên Şêx Zahir bi guleya topê birîndar dibin. Çiqas leşkerên ku di wê operasyonê de hene, tên kuştin. Piştî Şêx Zahir, Şêx Evdirehman geh derbasî Îranê dibe û geh derbasî aliyê Tendûrekê dibe. Lê di sala 1932an de, efûyek dertê û Şêx Evdirehman tê li Wanê teslîm dibe.

Dema teslîm dibe, cardin tê darizandin. Di serhildanê de leşkerên ku hatine kuştin dixin stûyê wî û birayên wî. Heya sala 1943an di zîndanê de dimîne. Di sala 1943an de efû dertê. Piştî efûyê wî sirgûnê Sazlıköya girêdayî Sökeya Aydınê dikin. Jina wî Hedê jî li wê derê ye. 5 salan li wir dimîne. Di ‘49 an de tê Wanê. Kinyas Kartal ku mezinê eşîra Birûkiyan bû, nahêle here Îdirê. 5-6 sal li Wanê dimîne. Paşê diçe Îdirê, gundê Hesenxanê. Wefata wî jî her li wê derê ye. Sal 1989 e.

Şêx Evdirehman, mirovekî xwende û zana bû. Tê bîra min ew girtin û anîn dadgeha leşkerî ya Diyarbekirê. Sal 1971 bû. Bavê min jî di dadgehê de dihat darizandin. Bavê min behsa wî ji me re dikir. Şêx Evdirehman sûcê xwe ji hakimê dadgehê dipirse bê çima ew anîne dadgehê. Dadger Serpel (Yüzbaşı) Hamdi Sevinç, bi rêya werger jê re dibêje ku ew û her 5 birayên xwe, di Serhildana Agiriyê de, leşkerên Tirk kuştine. Dema werger jê re mijarê dibêje, Şêx Evdirehman wiha bersiva wî dide: “Berxê min! Ew ket ber efûya Ataturk. Te niha bo çi ez anim dadgehê?” Zimanê dadger nema digere û wî berdidin. Şêx di dagehê de bi Tirkî neaxive.

Li ser kesayetiya wî, min ji gelek kesan pirsî bê gelo Şêx Evdirehman mirovekî çawa bû. Bekirê Îdirî wiha got: “Min tim jê dipirsî û wî ji min ra salix dida. Mirovekî kubar bû. Dihat gundê me. Heya te ew dawet nekira, nedihat mala te. Dema tu biçûyayî mala wî, çaya wî ji ser kêm nedibû. Mirovekî efendî û maqûl bû. Ew sirgûn bûbû. Gelek eziyet dîbû. Westiya bû.”

Mistefa Balbal:  “Dema ez biçûk bûm kalikê min Şêx Evdirehman dihat mala me. Ji bavê min re behs dikir. Wexta dihat gund, belkî sed mêr lê diciviya. Kesên ku 20-30 salan jê mezintir bûn li hember wî li ser çokan rûdiniştin.”

Pirtûkek bi taybetî li ser malbata wan hatiye nivîsandin. Ew jî ji aliyê nivîskar Eliyê Evdirehman ve bi navê “şer di çiyan de”, di sala 1989an de hatiye weşandin.

Tenê dixwazim behsa bûyerekê bikim ku neviyê wî ji min re gotibû. “Şêx Evdirehman û Şêx Zahir di gundê Dîkme re derbas dibin. Li aliyê Bêgiriyê û Çaldiranê. Birayê wan Şêx Tahir zahf nexweş bûye. Ji mixtarê gund re dibêjin bila li cem wan çend rojan bimîne belkî piçek baş bibe. Mixtar qebûl dike lê yek ji gundiyan diçe giliyê wan li qereqolê dike. Em dewama bûyerê ji devê neviyê wî Mustafa Balbal guhdarî bikin:

“Serpel (yüzbaşı) Îbrahîm fermandarê qereqola Gulesorê bûye. Di qereqolê de 150 leşker hebûne. Radike 150 eskerê xwe û tê dora gundê Dîkme digire. Şêx Tahir digirin û wî dikujin. 2000-3000 gule berdidin bedena wî. Piştî sê rojan Şêx Zahir û Şêx Evdirehman bi ser qereqolê de digirin. Her 150 eskerên di qereqolê de ne dikujin. Ne bi sîlahan li eskeran dixin, bi xenceran wan dikujin. Ji wê derê sînorê Îranê derbas dikin û diçin nava eşîra Milan. Niha gora Şêx Tahir li gundê Dîkme ye.”

Jiyana Şêx Evdirehman jiyaneke balkêş e û hêja ye ku li serê lêkolînên berfirehtir bên kirin.

basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum