Peymana wan ji 9 xalî pêk hatiye

Peymana wan ji 9 xalî pêk hatiye

Naveroka rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Berpirsê Rêxistina Bedir a milîsê Şîe û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî de eşkere bû.

A+A-

Parlamenterê Iraqê li ser lîsteya Tevgera Gorran Mesûd Heyder naveroka rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Berpirsê Rêxistina Bedir a milîsê Şîe û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî de eşkere kir.

Parlamenterê Iraqê li ser lîsteya Tevgera Gorran Mesûd Heyder diyar kir ku piştî giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê, di navbera Pavel Talebanî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî, bi serpereştiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û bi navbênkariya Fermandeyê Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî rêkeftineke 9 xalî pêk hatiye.

Li gorî rêkeftinê hêzên Iraqî bê şer dê vegerin navçeyên berî 2014 û herêmeke nû ji Silêmanî, Kerkûk û Helebce were avakirin, û hikûmetek ji bo dê were avakirin.

Xalên rêkeftinê bi vî awayî ne:

-Bicihkirina hêzên iraqî li herêmên kurdan ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û vekişandina Hêzên Pêşmerge ji wan herêman.

- Navenda Kerkûkê bi awayekî hevbeş tê îdarekirin. 15 tax ji bo Kurdan, 25 tax jî ji bo pêkhateyên din, ev ji bo 6 mehan dirêj dike.

-Rêveberiya cihên stratejîk yên Kerkûkê dê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bê îdarekirin. Bargeha Keywan, balafirxane û bîrên petrolê dikevine dest hikûmetê.

- Vekirina firokxaneya Silêmanî.

-Mûçeyaên fermanberên Silêmaî û Kerkûkê hikûmeta Iraqê dê bide.

- Dayîna mûçeyên pêşmergeyên sînorê Silêmanî dê li gor lîsteya ku Pavel Talebanî amade dike be.

-Avakirina Herêma Silêmanî-Kerkûk-Helebce

-Avakirina hikûmeteke nû ji herêma nû re

– Avakirina hikûmetekê ji bo herêma nû.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin