Peyamên balyoz û konsulên li Iraq û Kurdistanê bo Newrozê

Peyamên balyoz û konsulên li Iraq û Kurdistanê bo Newrozê

Balyoz û konsulên li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamên xwe yên bi mebesta hatina 21î Adarê Cejna Newrozê belav kirin û tê de cejna gelê Kurd pîroz kirin û hêvîya serkevtinê ji Herêma Kurdistanê re xwestin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Beşek ji konsul û balyozên li Iraq û Herêma Kurdistanê Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî li tevahîya gelê Kurd û Kurdistanîyan pîroz kirin û hêvîya jîyaneke bi tendirustî ji gelê herêmê re xwestin.

Konsulê Çînê: Hêvî dikin peywendîyên xelkê Çîn û Kurd bihêz bibin

Konsulê Giştî yê Çînê yê li Hewlêrê, Ni Ruchi di peyama xwe ya Newrozê de pîrozbahî li gelê Kurd kir û got: “Ez hêvîdarim peywendîyên dîrokî yên di navbera xelkê Çîn û gelê Kurd berdewam be û dostanîya di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de geştir bibe.”

Ni Ruchi wiha axivî: “Bi hatina sala nû ya Kurdî, Cejna Newrozê dixwazim germetirîn pîrozbahîyên xwe pêşkeşî miletî Kurd bikim. Hêvîya min ew e ku hemû xelk tendirustîya wan bicih de be û cejneke bikeyfxweşî derbas bikin.

Konsulê Hindistanê: Hêvîya rojên geş bo gelê Kurd dixwazim

Konsulê Hindistanê yê li Hewlêrê Çandra Moly Kelln jî bi boneya Cejna Newrozê pîrozbahî li gelê Kurd kir.

Çandra Moly Kelln di peyama xwe ya Newrozê de hêvîya rojên baştir bo gelê Kurd dixwaze û dibêje: “Slav, ez pîrozbahîya Newrozê li miletê Kurd dikim û hêvîya rojên baştir bo wan dikim. Taybetmendîya Newrozê rojeke nû ye, hêvî dikim ku ev Newroz bo xelkê Kurdistanê bibe helkefta rojekî nû û tirsa koronayê nemîne û aramî veger herêmê û hêvî dikim Newrozên bên baştirîn Newroz bin.”

Vasîl vasîlîv: Min nebawer e ji Kurdan neteweyeke din bihêztir hebe

Berpirsê Ofîsa Bazirganîya Bulxaristanê li Hewlêrê Vasil Vasiliv jî Cejna Newrozê û sersala nû li Kurdan pîroz kir û hêvîya serkevtinê ji gelê Kurd re xwest. Vasîlîv herwiha da zanîn ku ew di wê bawerîyê de ye ku li cîhanê ji Kurdan neteweyeke din bihêztir nîne.

Vasîl Vasîlîv di peyama xwe ya Newrozê de wiha got: “Bi boneya Newrozê pîrozbahîyê li civka Kurdî dikim û hêvîya serkevtinê jê dixwazim. Em hemû dizainin sala 2020an gelek dijwar destpê kir û gelek astengî li pêş me derketin. Xelkê ew bawerî heye ku piştî nexweşîyan em dê bihêztir dibin. Eger rastîyê bibêjim, ez ne di wê bawerîyê de me ku ti neteweyek ji Kurdan bihêztir di cîhanî de hebe. Herwiha ez di wê bawerîyê de me em hemû dê pêkve li hemberî van astengîyan biserbikevin. Hêvîdarim hûn demeke baş û tendirustî derbas bikin.

Balyozê Brîtanyayê: Hêvîya Newrozeke xweş dikim

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephan Hickey jî bi boneya Cejna Newrozê bi zimanê Kurdî pîrozbahî li gelê Kurd kir û got ku ew keyfxweş e li ser navê Brîtanyayê  hêvîya Newrozeke xweş bo gelê Kurd dike.

Stephan Hickey herwiha behsa serdana xwe ya bo Hewlêr û Silêmanîyê kir ku û ew dixwaze tevlî ahenga Newrozê bibe û got wî bêrîya xwarinên Herêma Kurdistanê bi taybetî kebaba Hewlêrê kirîye û ew kebaba li Hewlêrê xwarîye li ti ciheke din ê cîhanî nexwarîye.

Hickey wiha axivî: “Ez kêfxweş im ku bi navê gelê Brîtanyayê hêvîya Newrozeke xweş bo gelê Kurd bixwazim. Em dizanin ku ev rojeke xweş a salê ye û hêvîdar im li dema Newrozê li Herêma Kurdistanê bim. Ez weke balyozê Brîtanyayê kêfxweş im ku nûnertîya welatekê dikim ku peywendîyên bihêz ligel Iraq û Herêma Kurdistanê heye. Min serdaneke xwe bo Hewlêr û Silêmanîyê kiribû û ez dixwazim dîsa werim Herêma Kurdistanê tevlî ahenga Newrozê bibim û careke din xwarina bi tahm a Kurdî bixwim. Bi boneya Newrozê pîrozbahîyê li tevahîya xelkê Kurd dikim.”

Konsulê Komara Çekyayê: Hêvîya saleke bi tendirustî ji gelê Kurd re dixwazim

Konsulê Giştî yê Komara Çekyayê li Hewlêrê Mikhail Sbovota bi boneya Cejna Newrozê peyameke vîdeoyî bi Kurdî belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê kir.

Mikhail Sbovota di peyama xwe dibêje ku di navbera Herêma Kurdistan û welatî wî de peywendîyeke aborî, tendirustî, çandî û perwerdeyê heye û ew di van waran de hevkarîya Herêma Kurdistanê dikin.

Sbovota gogt: “Tevî metirsîya belavbûna nexweşîya vîrusa koronayê hêvîya rojên xweş û geş û bi tendirustî ji gelê Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê re dixwazim.”

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin