Mustafa Kalpak

Mustafa Kalpak

Hemû nivîsên nivîskar >

Pêwistiya me Diasporake sivîl û hevgirtî heye

A+A-

Diasporake sivîl a hevgirtî  him ji bo kurdên her perçên kurdistanê û him jî ji bo kurdên Ewropa  dilê wî lêkeve mimkune bê avakirin!

1 - Hewcedarî

Hebûna kurdan li Ewropa digihêje milyonan. Gellek komele û saziyên wan li welatên  Ewropa hene. Tê gotin ku diyasporaya kurd li Ewropayê "civaka herî bi rêxistinkirî ya li dîyasporayê ye". Rast e!
Lê ne bi koordîne ye.

Piştî hewqas sal li Ewropa jiyan hêdî îhtiyaca sazî û komelên kurdan bi koordîne, bihevre û di bin sîwanek fireh kanibin werin ba hev  û nava xwe de mekanîzmake têkiliyên dînamîk çêkin, bûyehewcedarîyekê.

Hevî dikim  Kongra  Diakurdê ji vê hewcedarîyê re xizmetê bike û gavek erênî bavêje. Ji kongrê re serkeftin dixwazim!

2 - Kurd li Ewropa

Kurd zûde ye, vê 50- 60 salên  dawî  de ji her derên kurdistanê bi sedemên cûda hatine Ewropa bi cîh bûne. Piştî ewkas sal   li Ewropa Kurdên Ewropa çêbûne. Ez wan bi Euro-Kurd bi nav dikim.

Destpêkê de rewşenbîren siyasî û îdealîst mecbûr man xwe avêtin kolanên Ewropa. Hin civanên kurd ji bo xwendin hatin û hin kurd ji bo kar derketin. Niha rewş gewiriye. Ji salên 80î şûnde kurd bigirseyî hatin Ewropa.

Kurdên li Ewropa dijîn ne homojen in . Fiqir û ramanê wan felsefa jiyana wan, perça ku ew bixwe jê hatine, malbata ku ew jê hatine, sedema hatina wan li Ewropa ji hev cûda ne. 

Hin kurd welatê Ewropa ya ke de dijîn ew der ji xwe re kirine welat û yar. Bi aweyek tekiliya wan bi welatê wan re berdewame hinek ne berdewame hene. Hin kurd entegre bûne. Hin nebûne, hin naxwazin entegre bibin hene.

Kurd hene naxwazin bizivirin welatê bav û qalên xwe . Yên dixwazin bizivirin hene. Yên welatê xwe îdealîze û romantîze dikin hene.

Hin kurd hene welatê xwe  "xerîbiyê" de mejiyê xwe de digerînin û dijîn.

Kurdên siyasî hene, yên mecbur li Ewropa dijîn hene. Yên terciha xwe kirine, dixwazin li Ewropa bimînin û bijîn û li ew der tirba wan çêbe.

Kurd hene aîdetiya Ewropiya li cem wan xurt e. Gellek kurd hene  xwedî dû hevwelatîyan e. Heskirana wan bi dû welatan re hene.
Kurd hene bi endametî û bi piştgiriya xwe, dilsoziyê ke ji rêxistinên siyasî re nîşan didin û dikin, hene. Dixwazin bi nasnameya ke tekoşerîyê ya azadiya welatê xwe de  ciyek bigrin, xwedî hûviyet bin.
Bi milyonan kurd  li Ewropa ji dervê komele, dezge an partîyan de dijîn hene.
Ji bo  jiyanek xweş û baş ji bo berjewendîyên xwe a famîlya xwe, li Ewropa dijîn, hene. Kurd hene ji her tiştî dûr ketine. Welhasil hene û hene!

Bi gellek hezaran zaroyê kurdan li welatên Ewropa de çêbûne çêdibin, hene. Rojek wê were hejmara Eurokurdan ji yên  kurdên Kurdistanê hatine zêtetir bin.

3 - organizasyonên Konfederasyon

Komele û sazîyên Kurdên li Ewropa bi rê û rêbazek taybet, mişterek wek tevna pîrê (cobweb) kanibin di organizasyoneke gor rewşa îro   xitabê hemî kategorîyên  civata kurd  bikin, wekirî û  bi şertên Ewropa re lihevkirî  bi koordîne- konfederalî  di seranserê Ewropa de, heta seranserê cihanê de kanin  organizasyona temsîlî tasavurbikin. Ev mimkûne çêbe ger daxwaz hebin îmkan heye û şert misaîd e. Kurdên li Ewropa û li cîhanê sînoran  mejiyê  xwe de çênekin ew kar kane bê meydanê. Li Ewropa kare kî wiha bi Kurdên Ewropa bê kirinê peşiya wî de tû asteng ke ji derve bê / hebe  tine. Li Ewropa de kurd  hemî di keştî kê de ne. Dor wan sînorên mayin, dîvarên bi torên têl ên bilind tine. Çarhavîr leşker, bi tank û tifing dor me negirtine. Bi kurt û kurmancî: Bo kurdan li dervî welat ti sînor tineye. Sînor avakirin di dest me kurdan de ye. Kurd him kanin sînora deynin him jî kanin rakin li dervî welat.

Em tu carî qesrek bi hewa ava nekin û nebin şîrikê wî jî! Dua yên ku meriv nekanibe bêje  amîn  divê neyê kirin!.

Rêxistina ku tê tasavurkirin divê kanibe hevsengî/balansak di nabêna perçên kurdistanê, keseyatî, dezge û sazîyên wan de de çêke. Karên bê kirin bi koordîne bê meşandin û organizasyon dînamîk û fonksîyonbikêrhatî be . Organizasyona ke mezin be a herkesî be. Esas fikir ev be. Armancên  xwe yên mimkûn di rêyeke meşrû bi amûr û teçhizatên demokratîk bi niyeta ke pakij, bê hevrikî û çavnebarî de bide meşandin.

Kurdistan perçebûyî ye,  gellek kurdistan hene.  Her alîyekê kurdistan cihê nakokiyên siyasî û riqberiya desthilatdariyê ye.
Perçên cûda, ziman an zaravên cûda,  dîn û mezhebên cûda,  tevgerên siyasî yên cûda, daxwazên cûda hene û her yek xwedî ajandekî ne.

Konfederasyonên ku li diaspora çêbin çêtirîn  bi perçeyek, bi rêxistine ke siyasî re, bi dîn an bi mezhebek ve ne girêdayi be. Organizasyon ji yekîtiya komelên  enterese yên cûre bi cûr û ji dezgehên kurdan yên sîwanî - sivîl pêk bê. (Non  government organisations)

Konfederasyona Diakurd di nabêne dewletên dagirker û perçên ku kurd lê dijîn bi daxwazên kurdan  û bi têkoşîna tevgerên wan terefên wan be,  piştgîriya hemî perçen Kurdistanê de be.

Sîwan a rêxistina kurd li diaspora kanibe çareseriyên ji pirsgrêkên li ber  ciwata kurdan de ne ew tespît û qeyd bike, xwe nêzê ew pirsan bike û  xwe bighêjîne wan.

Kanibe bibe wek pire ke ( köprü) di nabêna ciwata xwe û dezgên ciwata kû kurd tê de dijîn re.

4 - Destûr û Armanc

- Organîzasyona  li dîyaspora bi mîsyona "long-distance nationalism" an bi ser navê "Neteweperestiya Dîyaspora"  çarçewa nasyonalizm a kurdan bi xetên siyasî nehûne û tespît neke. Ne karê wan e.

Di plansaziya destûr û xebata karê li diaspora de bê kirin armanc û mebestên organizasyonê, pêkanîna wî, çarçeva wî; bi xetên siyasî yên dijwar neyê destnîşankirinê.

Kurdên siyasî ku di rêxistinên dîyaspora de xwedî mîsyon in bila bernama ke siyasî nedin ber xwe, nedin dû îdarî wesayetiyê.   Organîzasyonek wiha  lazime cepha xwe fireh bigre û çarçewa xwe bi prensîbên siyasî ên dijwar  polîtîze neke.

Li Ewropa  nifûsa kurdan bi milyonan tê hesêbî.

Kesên ku ji xwe re dibê "kurd im"   û bixwaze, dê rehet kanibe di karê Konfedersyona diyaspora Kurdan de xwe bibîne, xwedî ew îmkana be ku bibe hevkar û tevkarê vî kar î. Şert ew e û bes e. Şert dibê gûhherbar bin, endametî gevşek û nerm bin.

Destnîşankirina xetên sor karê organizasyonên li dîyaspora nîye ew  pê serêxwe bêşîne. Ne karê kurdên li dîyaspora ye ew xwe têxin şûna organizasyonên siyasî û krîterên siyasî yên bijarte ji bo Kurdên Kurdistanê û Kurdên Ewropa re tespît bikin.

Xetên siyasî çawa be karên tevgerên siyasî ne serêxwe pê bèşînin.  Erda kurdan heye û mileta kurd ser erda xwe dijî. Qedera xwe ew ê bi çi şikil û rengî, çawa tayîn bikin li ser ew xwedî biryar in.

Rêxistina li dîyasporayê kane guh bide daxwazên wan, bibe deng û behsên wan, xizmetek hebe  gor  daxwaz û îhtiyaca wan xwe bighêje wan.

5 -  Li diyaspora kane çi bêkirin ?

3ê tişt hene li Ewropa mimkûne  dezgên dîyaspora  werin ba hev, bihevre roleke erenî bileyzin.

Esas 1- Ji bo çareseriya berdewama çanda kurdî li Ewropa û hebûna saziyên kurdan li Ewropa di dema nû û yên hatû de serpiya be metodên ragirbar zexm kane bê dîtin û avakirin.

Esas 2-  Organizasyona kurdan  kanibe li Ewropa civata kurdan teşvik bike ew civata ku tê dijîn bi hestên aîdiyeta ku wek kurd û wek europî xwedî nasnameya ke de hevgirtînî de bin. Entegrebûn ne asîmîlasyone.

Esas 3- Organizasyona kurdên li  Ewropa bê ku partîyek, an perçeyek Kurdististanê ji xwe re favorît nîşan bide an bigre. An ji xwe re navendek hilbijêre kane di têkoşîna  mafên kurdan yên  her perçên kurdistanê  re piştgirî û alikarî bike. Di raya giştî ya Ewropa de  ji bo çareseriya pirsa kurdan de destek  bixwaze, destek peyda bike, xwedî lobîyek be û pirsa kurdan bi wan bide naskirinê.

6 - Pêşniyarî ji bo destûr

Destûra Diakurd de: -  " Kurdan weke neteweyekê ku xwedî ziman, welat, ala û sirûda neteweyî ye ku mafê çarenivîs û damezrandina dewleta serbixwe heye, nas bike"  Wek endam tê qebûl kirin hatiye destnîşankirin.

Îcab nake sazîyek li diaspora xetên sor û  krîterên sîyasî yên wek li jor hatiye nivisî destnîşan bike.
Ev ne karê rêxistina ke sivil a li diaspora yê ku endametiyê bi xetên polîtîk yên sor tespît bike.. 

Kes, komele, sazî û cûrekomên kurd li Ewropa binavê kurd temsiliya ke wî hebe û destûra Konfederasyona Dîakurd qebûl bike û bixwaze divê kanibe bibe endamê konfederasyonê.

3ê xalên wek armancên sereke yên Diakurdê ku di destûrê de hatine destnîşankirin bes in. Çine ew:

1.      Berfirehkirina hevkariyê di navbera rêkxistinên kurdan û pêşxistina civaka sîvîl ya kurdên diaspora:

2.      Bihêzkirina întegrasyon û pêwendiyên kurdên diaspora bi welat û neteweyên din re:

3.      Piştgîrîkirina berjewendiyên neteweyî û mafê çarenivîsa gelên Kurdistanê:

Pêşniyar dikim: xala destûrî ya ku  wek şertên endametiyê  "Kurdan weke neteweyekê ku xwedî ziman, welat, ala û sirûda neteweyî ye ku mafê çarenivîs û damezrandina dewleta serbixwe heye, nas bike" hatîye nivisî û  "Armanca pêşerojê ya Diakurdê damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdên Diaspora ye."
Ji destûrê bê derxistin.

Ji kongrê re serkeftin dixwazim.

Önceki ve Sonraki Yazılar