"Pêwîst e yekparçeyiya axa Sûriyê were parastin"

"Pêwîst e yekparçeyiya axa Sûriyê were parastin"

Wezîrên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê îro li Moskovayê civiyan. Di dawiya civînê de her sê wezîran di civîna çapemeniyê de da xuyakirin ku ewê nehêlin Suriye perçe bibe, yekperçebûna Suriyê şertê wanê esasî ye.

A+A-

Îro Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li Moskovayê civîneke bi lez pêkanîn. Rojeva civînê şerê ku li Suriyê hîn dewam dike û çareseriya gelşê bû.

Piştî civînê, her sê wezîran konfranseke çapemeniyê çêkirin nêrînên xwe yên hevbeş derbarê naveroka civînê û rewşa Sûriyê de diyar kirin. Xala hevbeş a her sê welatan ew e ku yekîtiya Sûriyê bê parastin. Ev yek wek xeta sor dan xuyakirin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di vê konfransa rojnamevanî de bi van gotina dest pê kir: ”Duh Balyozê Rûsyayê yê li Enqerê Andrey Karlov di êrişeke terorîstî û nepaqij de hat kuştin”.

Sergey Lavrov di derbarê Sûriyê de got: ”Ez hêvîdarim di civînên îro de em li ser rewşa Suriyê bigihîjin rêkevtinekê bi taybetî jî di gihandina alîkariyên mirovî û çareseriya siyasî de.”

Sergey Lavrov herwiha da xuyakirin: “Rûsya, Îran û Tirkiyê ji bo ku dawî bi kirîza li Sûriyê bînin li ser daxuyaniyeke hevbeş li hev kirine.”

 Lavrov got ”armanca me ew e kirîza li Sûriyê ne bi rêyên şer, bi rêyên siyasî çareser bibe. Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê rewşa Sûriyê de herwiha diyar kir ku Rûsya, Îran û Tirkiyê piştgiriya yekîtiya axa Sûriyê dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu got: “Em behsa wî tiştî dikin ku agirbest li hemû Sûriyê belav bibe. Em li vir rêxistinên terorê, DAIŞê, El Nusrayê najmêrin, wê têkoşîna me bi wan re berdewam bike. Lê rejîm, muxalif û yek jî komên ku ji derve hatine hene. Hizbullah hene, komên din hene. Lewre divê ji bo hemû koman ev alîkarî were qutkirin.” Çavuşoglu bêyî ku nav bide YPGê qesd dikir.

Mevlut Çavuşoglu qala rewşa El-Bab û Minbicê jî kir û got operasyona Mertala Firatê dê li derdora El-Babê bidome û îdia kir ku li Minbicê paqijiya etnîkî tê kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf jî got: “Ev dem ji bo me gelek giring e ku em ji wê yekê têbigihîjin, niha dema wê ye ku em alîkariya xelkê Sûriyê bikin.”

Zerîf di axaftina xwe de qala yekîtiya axa Sûriyê jî kir û got: ”pêwîst e yekparçeyiya axa Sûriyê were parastin û ew yek weke xeta sor bi nav kir.

Ji aliyekê din ve her du wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê jî di axaftinên xwe yên li ser rewşa Sûriyê de, bi xetên qalind li ser parastina yekparçeyiya axa Sûriyê kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin