Pêvajoya şandina fîlman ji bo Festîvala Duhokê destpê kir

Pêvajoya şandina fîlman ji bo Festîvala Duhokê destpê kir

.

A+A-

Rêveberiya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dûhokê pêvajoya qebûlkirina fîlman daye destpêkirin.

Pêvajoya şandina fîlman ji bo 8em Festîvala Fîlman a Dûhokê destpê kiriye. Pêvajoya şandinê di 2yê Hezîranê de destpê kiriye û wê heta 1ê Tebaxa 2021an dewam bike.

Festîval wê di du beşan de xelatan bide ku yek ji wan beşa “Sînemaya Cîhanê ye” ya din jî beşa “Sînemaya Kurdî” ye.

Di beşa “Sînemaya Cîhanê” de wê Xelata Baştirîn Fîlmê Metrajdirêj ê Navneteweyî ya Yilmaz Guneyî, Xelata Baştirîn Fîlmê Yekem an jî yê Duyem ê Navnetewî yê Behreyên Nû ê Metrajdirêj, Xelata Baştirîn Belgefîlmî ya Navneteweyî, Xelata Baştirîn Kurtefîlmî yê Navneteweyî de bidin.

Di beşa “Sînemaya Kurdî” de jî wê Xelata Juriyan a Baştirîn Fîlmê Metrajdirêj a Derhênerê/a Kurd, Xelata Baştirîn Senaryoya bi Kurdî, Xelata Baştirîn Lîstikvanî ya Fîlmê Kurdî ya Metrajdirêj, Xelata Baştirîn Lîstikvanê ya Fîlmê Kurdî ya Metrajdirêj, Xelata Baştirîn Belgefîlma bi Kurdî, Xelata Baştirîn Kurtefîlmê bi Kurdî, Xelata Juriyê ya Baştirîn Kurtefîlmî wê werin belavkirin.

Her weha Xelata Baştirîn Fîlmê Metrajdirêj ê li Herêma Behdînanê hatiye kişandin û Xelata Baştirîn Fîlmê Kurdî a FIPRESCIyê.

Festîval wê di meha Çiriya Paşiyê ya 2021an li bajarê Duhokê pêk were.

Festîval bi hevkariya Wezareta Çandê û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Midûriyeta Giştî ya Çand û Hunerê ya Duhokê û bi piştgiriya Walîtiya Duhokê tê li dar xistin ku Mîtosfilm hevkarê wê ye.

Rêveberiya Festîvalê par ji ber nexweşiya Covid-19ê biryar dabû ku festîvalê pêk neynin.

Ji bo zanyariyên zêdetir û serlêdanê bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin