Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin

Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin

Îro Li Bexdayê civîna şanda Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Iraqê birêve çû û her du alîyan li ser çalakkirina navendên karên hevbeş lihev kirin

A+A-

Îro Li Bexdayê civîna şanda Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Iraqê birêve çû û her du alîyan li ser çalakkirina navendên karên hevbeş lihev kirin û biryar e dawîya vê mehê şandeke Wezareta Bervanîya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Rêveberê Rewşenbîrî û Hişyarî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed aşkere kir  di encama civînan de herdu alî jî gihiştin rêkeftinê. Herwiha Babekir Feqê Ehmed got: “Herdu alîyan li hev kirîye hemahengî hebe di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li herêmên cihên nakokî li ser wan hene weke Dîyale û Kerkûk û Nînowa, herwiha tijîkirina boşahîya emnî ye li wan herêman. Avakirina Odeyeke operasyonên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û Spaya Iraqê,li herêmên Kurditan,herwiha danîna bazgeha hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê li derîyên sînorî yên Kerkûk, Dîyale, Nînowa.”

BasNews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin