Perestgeha Mîtrasê sir li mirovahîyê eşkere dike

Perestgeha Mîtrasê sir li mirovahîyê eşkere dike

Tê çaverêkirin ku Perestgeha Mîtrasê yê 1800 salî ku piştî bi tesadufî hat dîtin û di nav salekê da, 352 hezar kesî lê zîyaret kirîye, di sala 2019an da, wê milyonek turîst lê zîyaret bike.

A+A-

Dawîn Perestgeha Mîtrayê Xwedayê Ronîyê ku di nav leşkerên Romayê da wekî 'Xwedayê ku qetûqet nayê tunekirin û tekdanê' dihate pênasekirin, di sala 2017an de li Amedê hat dîtin.

Perestgeha Mîtrasê ku li Keleha Zerzewanê baregeha sînorê rojhilatê ya Împaratorîya Romayê bû, bi kolandina di sala 2017an derketibû holê û ji nişka ve bala dinyayê kişande ser xwe, lewre Mîtras, wekî kanîya nepenîya komên ezoterîk tê nasîn. Ji ber vê jî sala par 352 hezar geştîyar, çûn serdana wê. Tê çaverêkirin îsal jî milyonek turîst dê biçin Peresrtgeha Mîtrasê bibînin, heta ku otelên li Amedê ji vêga ve, kontenjanên xwe bo mehên Nîsan û Gulanê dagirtine. Birêvebirên herêmî jî bo pêşwazîkirina turîstan amadebaşîyên xwe dikin ku ev yek bo aborîya Amdê jî bibe hilmekê.

Tê gotin heta vêga tenê ji %1ê Keleha Zerzewanê hatîye kolandin. Lêkolîner her ku dikolin daneyên nû bi dest dixin. Li Keleha Zerzewanê, bi 15 metre bermahîyên Sûrê, agir û keviravêj, bircên çavdêrîyê, dêr, sarincên avê, gorên zinarî, depoyên çek û dexlan hene. Herwiha buhûrên nepen ên li binê erdê ku pevgirêdan di nav wan da hene û sitargehin hene ku biçuktirînên wan bi 400 kesî ne.

Hat gotin kolandina wê, 50 sal dê bidome.

mitras11.jpg

Keleha Zerzewanê li tevahîya cîhanê ev keleh e ku herî baş hatîye parastin.

Nepenîya Mîtrasê bala Morgan Freeman û Dan Brown jî kişandîye.

Hat gotin Morgan Freeman, bo kişandina dokumantera xwe ya bi navê 'Çîroka Xwedê' serî lê daye. Tê çaverêkirin ku Dan Brown û Morgan Freeman, di sala 2020an de dê serdana Perestgeha Mîtrasê bikin.

Xweda Mîtras ê ku di serdema berîya Xirîstîyanî da, Xwedayê çîna serî yê Împaratorîya Romayê bû. Li gor çîrç3iroka wî, Mîtras, bi gayî ra pevçûye û ji xwîna wî gayî mirovahî derçûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin