Pentagon: Me 9 avahiyên mîlîsên Îranê îmha kir   

Pentagon: Me 9 avahiyên mîlîsên Îranê îmha kir  

.

A+A-

Berdevkê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagotn) John Kirby li ser êrîşa hêzên Amerîkayê bo ser Sûriyê bo ser bajarê Ebû Kemalê ragihand ku hêzên Amerîkayê 9 avahiyên ku aîdê mîlîsên bi ser Îranê ve ne hatine îmhakirin û 2 avahî jî kirine ku nayên bikaranîn. Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de weha got:

“ Di êrîşê de 2 balafirên F-15 E Strike Eagle 7 fuzeyên bi kontrol avêtiye hedefê, 9 avahiyan bi temamî îmha kirine û 2 avahiyan kirine ku nema bikêr tên. Avahî li ser sînirê aliyê Sûriyê ne û li Ebû Kemalê ne. Ev der weka ciyê mîlîsên bi ser Îranê ne ku xebatên xwe ji wir birêve dibin.”

Berdevkê Pentagonê her weha ragihand ku navên kesên kuştî did estê wan de hene lê bi sedema pêvajoya xesarê dewam dike, niha nikare parve bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin