Pentagon: Em çavdêrî û lêkolînan derbarê wan êrîşên moşekî dikin

Pentagon: Em çavdêrî û lêkolînan derbarê wan êrîşên moşekî dikin

.

A+A-

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di derbarê êrîşên moşekî yên li ser bingehên serbazî yên Amerîka li Iraqê diyar kir, di dem û cihê guncaw de ew bersiva êrîşên moşekî didin.

Berdevkê Pentagonê John Kerby di kongreyeke rojnamevanî de eşkere kir, ew çavdêrî û lêkolînan derbarê wan êrîşên ku li ser berjewendiyên wan li Iraqê tên kirin, dikin.

Di bersiva pirsekê li ser “gelo ew ê weke rêveberiya berê ya Donald Trump bersiva êrîşan ser bingehên serbazî li Iraqê bidin, ku Trump berê gefa girtina balyozxaneya Amerîka li Bexda dabû?” John Kerby destnîşan kir, pêwîst e ew pirs ji Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka bê kirin ka dê çi gaveke dîplomatîk bavêjin, lê diyar kir, di dem û cihê  guncaw de, ew dê bersiva êrîşên moşekî bidin.

Ev yek di demekê de ye ku di sê rojên borî de, sê êrîşên moşekî li ser bingehên serbazî yên Amerîka li Iraqê, hatine encamdan.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka diyar kir, ew ji nêzîk ve çavdêrî û lêkolînan derbarê wan êrîşên ku li ser berjewendiyên wan li Iraqê tên kirin, dikin.

Herwiha John Kerbey da zanîn, tevî wan êrîşan, lê ew naxwazin erkê rahênan û perwedekirina hêzên Iraqê bi cih bihêlin, ji ber ku metirsiyeke mezintir heye û ew jî vegera DAIŞê ye.

Bi gotina Kerby, Amerîka dixwaze bi rêya bilindkirina şiyanên hêzên Iraqê, rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin