Pelosi: Trump Heyranê Putin, Kim Jong Un û Erdogan e

Pelosi: Trump Heyranê Putin, Kim Jong Un û Erdogan e

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi bi preskonferansekê ser gotinên Serok Donald Trump yên derbarê bernedana desthilatê bertek nîşan da.

A+A-


Nancy Pelosi di preskonferansê de dîyar kir ku Trump heyranê rêberên ‘’otokrat’’ e.

‘’Em dizanin ew heyranê kê ye. Heyranê Putin, Kim Jong Un û Erdogan yê li Tirkîyê ye. Lê divê ez bi bîr bixim, tu ne li Koreya Bakur î, ne li Tirkîye û Rûsya yî birêz serok. Herwiha tu ne li Erebistana Saudî yî jî’’ Pelosi got.

Wê da zanîn ku Amerîka welatê demokrasîyê ye û divê Trump li ser sonda xwe bisekine û li gor Qanûna Bingehîn ya welêt tevbigere.

Serok Trump di preskonferansa roja Çarşemê de li ser pirsa rojnamevanekî, ku pirsîbû ku ewê piştî têkçûna di hilbijartinê de desthilatê bi awayekî aştîyane berde yan ne, gotibû ku ‘’Divê em bibînin ka çi dibe.’’

Trump dûre di Fox Newsê de jî dîyar kiribû ku ger di hilbijartinê de berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bi ser keve û encam jî here pêş Dadgeha Qanûna Bingehîn ewê li gor biryara dadgehê tevbigere.

Wî dabû zanîn ku pisûlayên dengan yên bi rêka postê têne şandin ‘’xofdar’’ in û gotibû ku peyvajoya hilbijartinê dirêj e.

Xanim Pelosi dîyar kir ku helwesta Trump fikaran çêdike û bang li Amerîkîyan kir ku di hilbijartinê de teqez dengên xwe bidin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin