PDK-T hilbijartinan boykot dike

PDK-T hilbijartinan boykot dike

Platforma Demokratên Kurd (PDK) ku serokê wê Sertaç Bucak e, li tifaqiyek bêyî HDPê digere.

A+A-

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiye (PDK – T) hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Parlamentoya Tirkiyeyê boykot dike. Platforma Demokratên Kurd (PDK) ku serokê wê Sertaç Bucak e, li tifaqiyek bêyî HDPê digere.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Maf û Sosyalîzme (OSP), Hereketa Azadî û Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 7ê Hezîranê lihev kirin.

HDPê ji bo hilbijartinan heta niha ti hevdîtin ligel PDK – T û PDKê nekiriye.

Sertaç Bucak ji Rûdawê re got HDP ji bo hevdîtinan heta niha ti daxwazî ji wan nekeriye û got ew li tifaqiyek bêyî HDPê digere û wiha domand:

“Emê piştî 3ê Adarê biryara xwe bidin. Em partiyek Kurdistanî ne. Biryara em bidin jî dê li gorî vê yekê be.”

Serokê Giştî yê PDK – Tê Mehmet Emin Kardaş jî wiha got: “ Heger me wek parlamenterên Kurdistanê pesend bikin emê beşdarî hilbijartinan bibin.”

Kardaş anî ziman ku heger wan wek parlamenterê Kurdistanê nekin ewê hilbijartina boykot bikin û wiha domand: “Em dê dengên xwe nedin HDPê jî û AK Partiyê jî. Emê herdu partiyan jî boykot bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin