PDK-T: Em dengê xwe nadin tu aliyekî ku ew nabin bersiva daxwaziyên Kurdan

PDK-T: Em dengê xwe nadin tu aliyekî ku ew nabin bersiva daxwaziyên Kurdan

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye bi daxûyaniyekê helwesta xwe ya di hilbijartinên serokomariya Tirkiye û parlementoya Tirkiye de eşkere kir.

A+A-

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan daxûyaniyek belav kir û got: Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan biryar da ku, di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de her partî û hereketeke di nav Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de ye dê di helwesta xwe de azad be.

Piştî vê daxuyaniyê, PDK-T helwesta xwe eşkere kir.

Daxuyaniya Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye:


"Ji Bo Raya Giştî ya Kurdistanê
 

Em dengê xwe nadin tu aliyekî ku  ew  nabin bersiva daxwaziyên Kurdan

Li  Bakurê Kurdistanê roja 2’ê Gulan’a 2018 me 5 partî û aliyên siyasî , (HEREKETA AZADÎ, Partiya Azadiya Kurdistanê  (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)) Tifaqa Kurdistanî ji bo hilbijartina avakirin.

Roja 24 Hezîran a 2018’ê li  Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê ji bo serokkomariya Tirkiyeyê û parlementoya Tirkiyeyê hilbijartin çêdibin; AKP, MHP û BBP Tifaqa Cumhur avakirin û aliyek din CHP, IYI PARTI, Partiya Saadetê û Partiya Demokrat jî Tifaqa Millet ava kirin.

Du partiyên ku li Kurdistanê birêxistin bûn û mafê wan yê beşdariya hilbijartinan hebû ji derê herdû Tifaqan man.

Tifaqa Kurdistanî di daxuyaniya xwe ya damezirandina tifaqê de dibêje: 
Em wek partî û tevgerên ku mafê çarenûsiya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêzin, ji bo Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, me li ser van xalên li jêr li hev kiriye. Em ê li ser esasê qebûlkirina van prensîbên siyasî, ji bo berfirehkirina tifaqa hilbijartinan xebatên xwe destpê bikin. Em dixwazin di vê derbarê de gelê xwe agahdar bikin.

Hinek prensîbên siyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê ev in:
– Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û qebûlkirina mafê xweîdarekirina li ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên gelê me yên netewî.
– Qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û li gel zimanê Tirkî weke zimanekî  fermî qebûlkirina zimanê Kurdî.
– Qebûlkirina mafên netewî û bawermendiyê yên hemû eqalîyet, dîn û mezheban.
– Li dijderketina şer, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û ji bo çareseriyek e siyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû aliyên Kurdan bibin mixatabê diyalogê
– Sonda Parlamenteriyê li ser bingehe ku hebûna eqaliyetan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatiye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gelan bê sererastkirin.
– Ji bo ev prensîbên me yên siyasî di Qanûna Esasî û di qanûnên din de bi cîh bibin û bên parastin, divê em bi rêyên sivîl, siyasî û demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin.
– Emê mihawile bikin ku li ser van prensîbên siyasî em potansiyela herî berfireh ya siyasî û civakî ya Kurdistanê beşdarî vê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bikin.
– Emê wek Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, bi wan aliyên Tirkiyeyê yên ku van prensîbên me yên siyasî qebûl dikin re, ji bo tifaqa hilbijartinan di nav dîyalogê de bin.
– Ev aliyên ku ji bo avakirina alternatîfek e neteweyî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan li hev kirine, li ser  bingeha van prensîbên siyasî    yên ku me li ser li hev kiriye, dê bi alîyên siyasî yên berfireh re hevdîtinan pêk bînin û li gorî encamên van hevdîtinan, dê careke din bicivin û dê di derbarê şêweya beşdariya hilbijartinan de biryara xwe ya dawî bidin. 02.05.2018

Tifaqa Kurdistanî biryar girt ku, gora van prensîban li gel HUDA-PAR û HDP’ê pêywendî dêyne . 3  Gulan 2018 serdana HUDA-PAR û 4 Gulan 2018ê serdana HDP’ê kir da ku ew jî  di nav tifaqa Kurdistanî ya hilbijartina de tifaqa sisiyan  çêbikin, xwe berfirehtir bike.

HDPê da xûyakirin ku wê bersiva wan bide. Lê mixabin hevkariya hilbijartina ji bo helwesta HDPê ya yekalî pêknehat û ti guh nedan prensîbên ku Tifaqa Kurdistanî radestî wan kirîn. Herweha di vê derbarê de berpirsên KCKê jî daxûyani dan û eşkere gotin ku nabê HDP di vê qonaxê de tifaqa li gel aliyên din yê Kurd bike.  Ev yek jî bû astengek ku li gel HDP’ê tu hevkarî ji bo hilbijartina pêk  nehatin. Di rastiya xwe de HDP’ê nekarî bi îrada xwe hereket bike û bibe xwedî helwest.

Li ser helwesta HDP’ê Tifaqa Kurdistanî daxûyaniyek belav kir û sedemên ku hevkariya hilbijartina nehatî kirin ji Raya Giştî re da xûyakirin. Herweha Tifaqa Kurdistanî bersiva îdiayên berpirsên KCK’ê jî da û helwesta wan ya astengkirina tifaqê jî rexne kir.

Me wek PDK-T dixwest hewildanên Tifaqa Kurdistanî li gel HDPê li gora hinek prensîbên netewî û Kurdistanî bigihe encamekê û di hilbijartinan de Tifaqeke Kurdistanî bê avakirin. Lê mixabin ev pêk  nehat.

Niha em wek PDK-T tu caran xwe ji Tifaqa Kurdistanî nadin aliyekî, em vê Tifaqê weke destkeftineke pîroz dibînin, divê ev Tifaq bidomê û her demî ji bo Tifaqên Kurdistanî tiştan bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Ji ber ku hêviya me ew e ku ev Tifaqaye ji bo hilbijartinan di pêşde pêkhatî berdewam be û bibe bingeha Tifaqa Kurdistanî ji bo bidestxistina mafên miletê me yên rewa. Em her demî, bi her awayî ji sûdwergirtina berjevendiyên miletê Kurd amade ne.

Bi tevlî ku me PDK-T di hilbijartinên derbasbûyîn de, di manîfestoya xwe de diyar kiribû ku em ne talib in ji desthilatdariya Tirkiyayê re,  lê em dê ji desthilatdariya Herêma Kurdistanê re talîp bin.  Tenê ji bo Tifaqa Kurdistanî pêk were me fedekarî kir.
Mixabin êdî em wek Partî nikarin pê li hemû prensîb û biryarên xwe bikin û piştgiriya aliyekî siyasî bikin. Divabe em li ser îlke, bîr û baweriyên xwe xwedî helwest bin, berjevendiyê milletê xwe biparêzin.

Bernameyên tu aliyek siyasî yê hilbijartina bersiva daxwaziya miletê kurd nade û ev Partî hemî mafê miletê Kurd binpê dikin, ji ber vê em wek  Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) piştgiriya tu aliyeke siyasî nakin û dengên xwe nadin.

Cejna Remezana isal li hemû misilmanan, û li miletê Kurd pîroz be. Ew di nav aramî û azadiyê de bijîn."

11.06.2018

Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye  (PDK-T)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin