PDK ne tê de partiyên din li ser Kerkûkê biryar dan: Ala Rengîn li Keleha Kerkûke wê were bilindkirin

PDK ne tê de partiyên din li ser Kerkûkê biryar dan: Ala Rengîn li Keleha Kerkûke wê were bilindkirin

Îro piraniya partiyên Kurdistanî bêyî PDKê li Kerkûkê civiyan û bi hev re çawaniya pêşwazîkirina li cejna Newrozê û mijara bilindkirin an bilindnekirina Ala Kurdistanê di ahengên Newrozê de gotûbêj kirin.

A+A-

Piştî ku civîn bi dawî hat, nûnerên partiyên Kurdistanî yên beşdar di civînê de konfranseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin. 

 

Di vê konfransa rojnamevanî de, daxuyaniya nivîskî ya civînê hat xwandin û biryara wan partiyan derbarê çawaniya pêşwazîkirina li Newrozê li bajarê Kerkûkê hat aşkerekirin û hat gotin, bi helkevta bîranîna Raperîna (serhildana) Başûrê Kurdistanê û Newrozê, Ala Kurdistanê li ser kela Kerkûkê dê were bilindkirin.

 

Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd daxuyaniya nivîskî ya hevbeş a civînê xwand û ragihand, ku ew dixwazin tevî xelkê Kerkûkê di dema bilindkirina Ala Kurdistanê de amade bibin.

 

Rewend Mela Mehmûd diyar kir, ku wan di civîna îro de tekezî li ser çend tiştan kir û li ser xalên daxuyaniya hevbeş got: “Bi hemahengî em dê pêkve bîranîn û helkevtan bi hev re pîroz bikin û em cemawerê bajarê Kerkûkê agahdar dikin, ku bi germî beşdarî di merasimên cejna Newrozê de bikin û li bajarê Kerkûkê bi bilindkirina Ala Kurdistanê pîroz bikin. Em tekezî li ser wê yekê dikin ku hikûmeta navendî (ya Iraqê) destûrê cîbicî bike û em ti karekî nedestûrî û zordarî qebûl nakin û em daxwaz dikin ku rewşa Kerkûkê jî were asayîkirin.”

 

Rewend Mela Mehmûd herwiha tekez kir: “Em daxwaz ji nûnerên Kurd ên Kerkûkê li parlamentoya Iraqê dikin, ku fişarên destûrî li ser desthilatê bikin û neheqeiyên di derheqê Kerkûkê de qebûl nekin.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, partiyên Kurdistanî tekezî li ser piştgiriya xwe bo Efrînê kirin û gotin: “Em piştgiriya berxwedana Efrînê dikin û careke din em tekez dikin ku Kerkûk destexwuşka Efrînê ye û bi wan re di vê qonaxa zehmet de li dijî dagîrkeran in.”

 

Di xaleke din a daxuyaniyê de jî daxwaz ji serkirdatiya Kurdistanê tê kirin, ku “li ser rewşa Kerkûkê helwest nîşan bidin û desthilatdariya qorixkirî li Kerkûkê qebûl nekin.”

 

Hêjayî gotinê ye ku nûnerê PDKê di civîna îro ya partiyên Kurdistanî ya li Kerkûkê de amade nebûye. PDK ji rewşa Kerkûkê ya piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê nerazî ye û Kerkûkê weke herêmeke dagîrkirî bi nav dike û red dike, ku îtirafê bi rewşa niha ya li Kerkûkê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin