Partiyên Kurdistanî li Amedê ji bo şehîdên Rojhilata Kurdistanê şînê datînin

Partiyên Kurdistanî li Amedê ji bo şehîdên Rojhilata Kurdistanê şînê datînin

Hareketa Azadî, PAK, PDK, PDKT û PSK, ji bo şehîdên Rojhilatî yên ku di êrîşa Îranê ya li dijî baregehên HDK û PDKÎ de şêhîd bûbûn, û her wiha 3 ciwanên kurd Ramîn, Loqman û Zanyar ku dîsa ji aliyê rejîma îranê ve hatibûn sêdarkirin sibê, şînê datînin.

A+A-

Di belavoka ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê ve, ji Rûpela Nû re hatî birêkirin de wisa hate gotin:

"Partiyên Kurdistanî li Amedê ji bo şehîdên Rojhilata Kurdistanê şîn datînin

 

Ji bo Şehîdên PDK-Πû HDKê yên di erîşa Dewleta Îranê ya li ser baregehên li Koy Sancaqê yên her du partiyan de şehîd ketin û ji bo 3 ciwanên Kurd ên ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin darvekirin, em weke partiyên Kurdistanî şînê (taziye) datînin.

 

Em bangî gelê xwe dikin da ku beşdarî vê şînê bibin

 

CIH:Teşkîlata Amedê ya PDKTyê(Adres: Rawestgeha Tesîslerê, Sîteya Umut 2, A Blok, Qata 3an, No: 5, Tesîsler Amed (Tesisler Durağı, Umut 2 Sitesi, A Blok 3. Kat, No:5 Tesisler-Diyarbakır)

ROJ: 12.09.2018

SAET:10.00-16.00

Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDKT, PSK

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin