Partiyên Kurdistanî civîna parlamentoya Iraqê boykot dikin

Partiyên Kurdistanî civîna parlamentoya Iraqê boykot dikin

Roja Şemiyê Parlamentoya Iraqê dicive û partiyên Kurdî jî heta niha biryar nedane ka beşdar dibin an na. Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî dibêje ku eger heye civîna Parlamentoya Iraqê boykot bikin.

A+A-

Derbarê mijarê de Parlamenterê PDKê Erdelan Nûredîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku heta niha biryar nedane ka beşdarî civîna roja Şemiyê (03.02.2018) dibin an na.

Erdelan Nûredîn got: “Berî destpêkirina civînê wek Fraksyonên Kurdistanî em dê di nav xwe de bicivin û biryarê li ser beşdarbûn an jî boykotkirinê bidin. Lê bawer nakim em boykotê bişkînin, ji ber heta niha me ti sozeke cidî derbarê daxwazên Kurdan de wernegirtiye, loma ez dibêm em dê li ser boykotkirinê berdewam bin.”

Parlamenterê Fraksyona PDKê wiha axifî: “Eger di civîna dahatû de behsa butçeyê were kirin em dê ji civînê derkevin û beşdar nabin, ji ber heta niha jî karnameya civîna parlamentoyê negehiştiye destê me. Saetekê berî destpêkirina civînê karname tê eşkere kirin û em jî nizanin ka karnameya parlamentoyê ya sibe çiye.”

Roja Pêncşemê (02.02.2018) bi armanca çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, Fraksyonên Kurdistanî du caran ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan. Civînek berî nîvro û ya dan jî êvar bû. Civîna duyem tenê serokên Fraksyonên Kurdistanî beşdar bûn, lê ti biryar ji civîna wan derneketin.

Derheqa naveroka wan civînan de Serokê Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arêz Ebdulla zanyarî dan Rûdawê û got: “Me qala hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir, butçe, firokexane, meaşê fermanberan, Pêşmerge, vegera hinek Ereban bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku piştî 16ê Cotmehê vegeriyane, pirsa Kerkûk, Xûrmatû û Şingalê.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin