Partîya Demokrat Berbijarîya Joe Biden Pejirand

Partîya Demokrat Berbijarîya Joe Biden Pejirand

Delegeyên Partîya Demokrat di roja duyê ya kongreyê de, ku onlayn li dar dikeve, berbijarîya Joe Biden pejirandin.

A+A-

Biden, bi awayekî fermî bo hilbijartinên seroktîyê yên 3’yê Mijdarê bû berbijarê Partîya Demokrat.

Wî, piştî piranîya delegeyan berbijarîya wî pejirandin, li mala xwe ya li eyaleta Delaware spasîya endamên Partîya Demokrat kir.

Du serokên berê yên Amerîka, Jimmy Carter û Bill Clinton, di roja duyê ya kongreyê de bo Biden axaftinên piştgirîyê kirin.

Serokê berê Carter yê 95 salî û Xanima Yekê ya berê Rosalynn Carter peyamên xwe yên bo kongreyê, bi slayt û tomarên dengî yên berê hatibûn hazir kirin, gotin.

Carter ser Biden dîyar kir ku ew ‘’adil û durist e’’

‘’Amerîkî yê herî rind heq dikin. Serokê me yê nû divê Joe Biden be’’ Carter got.

Xanima Yekê ya berê Rosalynn Carter jî da zanîn ku ew bi salan e Joe Biden û xanima wê Jill Biden nas dikin û dîyar kir ku ew dikarin bo hemî Amerîkîyan jîyanê baştir bikin.

Serokê berê Clinton jî ji mala xwe ya li New Yorkê beşdarî kongreyê bû.

Clinton, Serok Donald Trump ser têkoşîna dijî vîrusa korona rexne kir û da zanîn ku wê vîrusê bandoreke mezin li ser welêt çêkirîye.

‘’Rêjeya me ya bêkarîyê ji du qatê ya Koreya Başûr zêde ye. Ji nîvê ya Brîtanya, ji sê qatê ya Japonya zêdetir e. Donald Trump dibêje ku em cîhanê rêberîyê dikin. Tekane aborîya sanayîyê ya mezin ya jiber şewbê rêjeya bêkarîyê sê qat zêde kirîye em in.’’ Clinton got.

Wî da zanîn ku Biden tam berovajî Trump tevdigere û dîyar kir ku jiber ku ew dikare berpirsîyan bigire ser xwe, ewê pişt wî bigirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin