Parlementerê Almanî: Çima zimanê Kurdî li ser sepana koronayê tine?

Parlementerê Almanî: Çima zimanê Kurdî li ser sepana koronayê tine?

Berlîn – Endamê Parlementoya Almanyayê Cem Ozdemir ji hikûmeta Almanyayê dipirse ku çima li ser sepana koronayê (application) zimanê Kurdî nehatiye zêdekirin.

A+A-

Hikûmeta Almanyayê jî bersiv daye Parlementer Cem Ozdemir ku ji bo zêdekirina zimanê Kurdî, pêwîstiya wan bi 250 hezar euro heye.

Corona App, xizmetguzariyek e ku bi milyonan welatiyên Almanyayê xwe têde tomar kirine û di dema nêzîkbûna li pêketiyên koronayê, welatî ji metirsiya pêketina vîrûsa koronayê têne agahdarkirin.

Di vê sepanê de ji bilî zimanê Almanî, zimanên Îngilîzî, Bulgarî, Tirkî, Rûsî, Polonî û Erebî hene.

Parlementer Cem Ozdemir, Serokê berê yê Partiya Kesk a Almanî ye û bi berevanîkirina Kurd, Ermenî û netewe û ol û mezhebên cuda yên Tirkiyê tê nasîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin