Parlamentoya Kurdistanê di derbarê Rojava de raspardeyeke 12 xalî pesend kir

Parlamentoya Kurdistanê di derbarê Rojava de raspardeyeke 12 xalî pesend kir

Perlamentoya Kurdistanê di derbarê êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, encamên wê û helwesta alîyên sîyasî de îro civîneke taybet lidar xist û bi piranîya dengan raspardeyek pesend kir, ku ji 12 xalan pêk tê.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Di civîna îro de, Parlamentoya Kurdistanê êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û dîyar kir, ku Parlamentoya Kurdistanê li dijî şer e û ew daxwaz dikin ku demildest şer û êrîş bêne rawestandin û tekezî li ser piştgirîya xwe bo çareserîya aştiyane û rêya dîyalogê bo pirsgirêk û nakokîyan kir.

Parlamentoyê herwiha daxwaz kirîye, ku can û malê welatîyên sivîl û herwiha sazîyên sivîl bêne parastin û daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û rêxistinên herêmî dike ku hewl û şîyanên xwe û zextên sîyasî û dîplomatîk berfireh û zêdetir bikin, ji bo ku ew şer û êrîşa niha li Rojavayê Kurdistanê heye, were bidawîkirin.

Di xalake din Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê erkdarkirin, ku di çarçoveya şîyanên xwe de, bi alîkarîya li gel rêxistinên navdewletî amadekarîyên temam bike ji bo pêşwazî û vehewandina koçberên ku ji ber êrîşa niha ji Rojavayê Kurdistanê ve berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û sazîya Serokatîya Herêma Kurdistanê jî kirîye, ku hemahengî û hewlên xwe yên dîplomatîk ên xwe li gel hikûmeta federal zêdetir bike, ji bo ku helwêsta tevahîya alîyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo piştgirîkirina li bijardeya aştîyane yekgirtî be.

Herwiha daxwaz ji hemû konsulxane û nûneratîyên dîplomatîk ên welatan ên li Herêma Kurdistanê hatîye kirin, ku bi hûrgilîyan hikûmetên xwe ji vê rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê, bandorên wê yên navxweyî, herêmî û cîhanî haydar bikin û şîyan û fişarên xwe bo rawestandina şer bi kar bînin.

Parlamentoya Kurdistanê bang li alîyên navdewletî û hikûmeta Iraqê jî dike, ku ji bo hawarçûn û gihandina alîkarîyan bi koçberên Rojavayê Kurdistanê, alîkarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin. Herwiha ji bo alîkarîya koçberan, parlamentoyê kempîneke niştimanî jî ragihandîye.

Di berdewamîya daxuyanîya Parlamentoya Kurdistanê de tê gotin, ku parlameto gelek ji wê rewşa niha ya bûyeran û arasteya karê çekdarên tundrew nîgeran e û ditirse ku rewşa nexweş a Efrînê û binpêkarîyên mafên mirovan û guhertina demografyaya herêmê dubare bibe û dive hemû hewl ji bo wê yekê ne, ku  rê li wan hêzan bê girtin daku rewş li Serê Kanîyê, Girê Spî û Kobanî û navçeyên din weke Efrînê lê neyê.

Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê jî dike ku rikeberîyên hizbî û îdeolojîya xwe ya hişk danin alîyekê û qonaxeke din a karê hevbeş û xebata cenheyî ya li ser bingeha berjewendîya xelkê Kurdistanê , li Rojavayê Kurdistanê dest pê bikin û xebata gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê bêtir pêş bixin û rûpeleke din vekin.

Parlamento herwiha dibêje, bûyerên vê dawîyê yên Rojavayê Kurdistanê ew rastî derxist pêş ku vekişîna hêzên Hevpeymanîya Navdewletî û ew êrîş û neseqamgîrîya ku li Rojavayê Kurdistanê peyda bûye, hemû destkeftên şerê terorê û şikandina efsaneya DAIŞî ji nav dibe, û dibe serfet ku DAIŞ û terorîstên DAIŞê bêtir serî rakin û bi vê yekê careke din aştî, asayiş û seqamgîrîya herêmî û cîhanî bikeve jêr xeterê.

Çavkanî: Nûpel

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin