Parlamentoya Îsraîlê peymana li gel Behrênê pejirand

Parlamentoya Îsraîlê peymana li gel Behrênê pejirand

.

A+A-

Parlamentoya Îsraîlê, peymana asayî kirina peywendîyan bi Bahrênê re bi piranîya dengan pejirand.
Li gor ragihandina medya Parlamentoya Îsraîlê, di dengdanê de ji 120 parlamanteran, 62yan gotiye ‘’erê’’ û 14’an jî gotiye ‘’na’’.
Medya Parlamana Îsraîlê neda zanîn ku çend parlamanter beşdarî dengdanê bûne.
Bloka Lîsteya Ereb ya Hevbeş, ku Fîlîstînîyên hemwelatîyên Îsraîlê ne temsîl dike û bi 15 parlamanter e, dîyar kiribû ku ewê bo peymanê dengê ‘’na’’ bide.

Îsraîl, Bahrên û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di 15ê Îlonê de li Qesra Spî peymana asayî kirina peywendîyan îmza kiribûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin