Parlamentoya Iraqê bê beşdariya parlamenterên kurd deng li ser projeyasayekî da

Parlamentoya Iraqê bê beşdariya parlamenterên kurd deng li ser projeyasayekî da

.

A+A-

Îro danê sibê Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina qerzan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn.

Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Parlamentoya Iraqê deng li ser vê yasayê da.

Gelek Şîe û Sunne di Parlamentoya Iraqê de li dijî Kurdan bûne yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û yên din radestî Bexdayê bike, Piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berûvajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.

Di rûniştina Parlamentoya de di navbera nûnerên Kurd û Şîa de nîqaş derket û piştre nûnerên Kurd ji rûniştinê derketin.

Duh Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlamento) derbarê pejirandina projeya deyn kirinê ji bo temamkirina kêmbûna budceyê û dabînkirina mûçeyan li Iraqê civiyabû.

Li gor K24ê, hejmarek ji nûnerên Şîe û Sune yekîtiyek bi hev re ava kirine û li dijî birgeya 5 a wê projeyasayê rawestiye ku kabîneya Serokwezîr Mistefa Kazimî ew ji bo encûmenê şandiye.

Li gorî birgeya 5an a vê projeyasayê, Hikûmeta Iraqê razîbûna xwe nîşan daye, li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrola bişîne Bexdayê, Hikûmeta Iraqê mehane 320 milyar Dînar bişîne Herêma Kurdistanê.

Herwaha, Beşek ji nûnerên Şî'e û Sunne jî pêşneyarên nû kirine û daxwaz dikin ku mercan li ser Herêma Kurdistanê giran bikin û wê neçar bikin ku Herêma Kurdistanê rojane 450 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya “SOMO” bike û hemû dahatên din jî vegerîne Bexdayê. Piştre Hikûmeta Bexdayê 320 milyar Dînar mûçeyê Herêma Kurdistanê bişîne.

Ev daxwaz û pêşniyara beşek ji nûnerên Şîe û Sunne, nerazîbûna kom û aliyên Kurdistanî li Encûmena Nûnerên Iraqê pişt xwe anî.

Di heman demê de, ew daxwaz jî li dijî naveroka rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de hatibû îmzekirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin