Parlamenterên HDPê li meclîsê dikevin girêva birçîbûnê

Parlamenterên HDPê li meclîsê dikevin girêva birçîbûnê

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî di nav de 10 parlamenterên wê partiyê li dijî tecrîdê li Parlamentoya Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê dikin.

A+A-

Çalakiyên piştgiriyê bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamentera Colemêrgê ya HDPê Leyla Guven berdewam in, ku 26 roj e li dijî tecrîda ser Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

 

Di pêngaveke nû de, parlamenterên HDPê greva birçîbûnê dibin parlamentoya Tirkiyê. Li gorî agahiyan, di qonaxa yekem de dê 10 parlamenterên HDPê li parlamentoyê dest bi greva birçîbûnê bikin. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan jî di nav parlamenteran de cîh digire.

 

Çalakiya greva birçîbûnê roja Sêşemê piştî civîna Fraksyona HDPê ya Parlamentoyê destpê dike dê û 2 rojan berdewam bike. Herwiha ligel vê çalakiya li parlamentoyê dê 3 rojan li bajarên din jî ku rêxistinên HDPê lê hene, greva birçîbûnê destpê bike.

 

Rêxistinên HDPê yên li bajarên ku amadekariyên xwe qedandine, di 3 Kanûnê de û yên neqedandine jî dê 4ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê bikin. Parlamenterên HDPê jî dê tevî van çalakiyan bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin