Parêzgarê Duhokê: Herêma Kurdistanê ji Ewropayê ewletir e

Parêzgarê Duhokê: Herêma Kurdistanê ji Ewropayê ewletir e

.

A+A-

Piraniya wan kesên ku ji Herêma Kurdistanê koç dikin, bi hinceta “nebûna kar û ewlehiyê” daxwaza mafê penabertiyê ji welatên  Ewropayê dikin. Parêzgarê Duhokê jî dibêje, “Bêkarî dibe, lê ewlehî heye û ewlehiya Herêma Kurdistanê ji ya Ewropayê baştir e.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter beşdarî bernameyeke Radyoya Rûdawê bû û behsa mijara zêdebûna koça xelkê ji Herêma Kurdistanê kir.

Piraniya kesên koç dikin bi hinceta “nebûna ewlehiyê” daxwaza mafê penabertiyê li welatên Ewropayê dikin û têkildarî vê mijarê Elî Teter tekez dike, “Herêma Kurdistanê yek ji wan navçeyan e ku aramî û asayiş tê de berqerar e. `Bêkarî` na, lê ewlehiya Herêma Kurdistanê ji ewlehiya Ewropayê baştir e. Li vir aramiya siyasî, civakî, aborî û perwerdê heye. Ew kesên diçin Ewropayê divê bi wijdan bin û kevir neavêjin wê kaniya ku wan jê vexweriye. Rewş çawa ye bila wê bêjin.”

Piraniya koçberên li Belarusê xelkê Duhokê ne

Hejmareke zêde ya wan koçberên Kurd ku li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane û hewl didin xwe bigihînîn welatekî Ewropayê, xelkê parêzgeha Duhokê ne.

Li ser vê mijarê jî Elî Teter dibêje, “Ew kesên koç kirine û li Belarusê ne, kesûkar û welatiyên me ne. Li ti dereke cîhanê rastî pirsgirêkekê bibin, ew pirsgirêk a me jî ye. Fermanber, kardar û bêkar di nav wan de hene. Mixabin Belarusê xelkê me kiriye sotemeniya agirê şerê xwe yê li gel Ewropayê.”

Parêzgarê Hewlêrê li ser projeyên li parêzgeha Duhokê behsa wê dike ku di heyama 2 salên derbasbûyî de, hejmareke “projeyên baş” hatine cîbicîkirin ku bihayê wan ê giştî ji 700 milyar dînar zêdetir bûye û hinek proje jî ji ber daketina nirxê dînar li hember dolar, paş ketin “lewma em neçar man 300 milyon dînar bo wan projeyan zêde bikin da ku em bikarin temam bikin.”

Projeyên stratejîk ên parêzgeha Duhokê

Dr. Elî Teter li ser projeyên sala 2022 jî diyar kir, ew dê ji %5ê wî parêyê ku 2022an bo parêzgeha Duhokê tê dabînkirin, ji bo projeyên xizmetguzariyê yên sereke terxan bikin ku di xizmeta xelkê de bin û ew proje jî ji rêûban, çakkirina kolanên Duhokê, av, elektrîk, tendirustî û perwerdê pêk tên.

Parêzgarê Duhokê diyar jî kir ku niha kar li ser wê dikin ku kar bi hevbeşî di navbera hikûmet û sektora taybet de bên cîbicîkirin û got, “Yek ji wan projeyên ku rizamendî li ser hatiye dayîn, rêya duber a Siyaretkê ye heta digihije Dêrelûk. Tunela Zawîte jî projeyeke din e.”

Bandora operasyonên Tirkiyê

Elî Teter li ser projeyên stratejîk ên parêzgeha Duhokê jî got, “Tunela Metîna projeyeke aborî ya stratejîk e, bo ku deriyê sînorê yê nû di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bê vekirin ku deriyê sînorî yê Serzêr e. Îsal heta digihije nav Amêdiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 10 milyar dînar xerc kirine ji bo ku ew rê bibe rêyeke birêkûpêk û barhilgir bikarin bi hêsanî tê re derbas bibin.”

Artêşa Tirkiyê bi salane li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ku dikevin nav sînorê parêzgeha Duhokê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne û şer pevçûn di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de heta niha jî berdewam in û parêzgarê Duhokê li ser vê yekê jî dibêje, “Şerê Tirkiye û PKKê ji %100 karîgerî li ser parêzgeha Duhokê kiriye û sedemeke sereke ya zêdebûna rêjeya bêkarî û hejariyê ye.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin