Hüsamettin Turan

Hüsamettin Turan

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Panoramaya Giştî ya Rewşa Siyaseta Kurdî

A+A-

Li herêma Bakurê Kurdistanê partî û rêxistinên Kurdistanî girseyî qels in û nikarin rojevê biguherînin. Ez dikarim rehetî vê bêjim:
Rêxistinên siyasî bernameyên wayên bingehîn (Radîkal)  nine.. 
PAK hinekî serketî ye - qismî-
Bi fikrê min ê naçîzane:
Bo daxwazên netewî ya Demokrat jî nikarin werin cem hev, sekina wan ne ya armancê ye.
Mînak 
HAKPAR û PSK federasyonê diparêze, lê mixabin yek mijarê de jî nayên cem hev gelo ev serkeftin e an?
Di vê mijarê de heta armanc nebe sereke serkeftin naye.. Dê roj bi roj enerjiya wan bikeve...
Yên ku bo Başur serxwebûnê dixwazin û bo Bakur tiştek naxwazin tenê dixwazin gengeşiyê çêbikin û mêjûyan tevlihev bikin.
Û bo Kurdistan ne hevgirtî ne..... 
TC hercar li hember statuya Kurdan rawestiya bi zextan ABDê bi taqtikî be jî statuya Başûr nas dike.... 
KRG pêşî Irak duvre jî hemû Dewletên cîhanê statuya Başûrê Kurdistanê nas dike.
Dewleta Tirk bo bazirganî û taybetî jî ji nefta Kerkûkê ekomoniya xwe pêş xist... 
Bo TCyê rewşeke baş bû...
Di vê rewşê de em nikarin bibêjin Dewleta Tirk partner û muttefikê Başûr e... 
Gerek em têkilîyan bibînin.... 
- Dê em werin nêrîna TCyê ya li ser Rojava : Şerê Sûriyê şerekî navdewletî ye û TC jî wekî aliyekî, di nav şer de ye.
Xeynî Esad daxwaza wan ew e ku Rojava jî wek Başûr nebe xwedî statu û lewra seferberiyeke mezin nîşan dide..
Bo fermitiya Rojava nîne TC fiîlî şerekî mezin li wir nîşan dide...
Ku DYA piştgiriya YPGê li Rojavayê nekiribûna aniha dewleta Tirk hemû Rojava dagir kiribû...
TC mecbûr e rewşa xwe ya Rojava biguherîne
Faktoriya herî mezin jî DYA ye..
Wek wexta berê ku TC çawa Başûr tehdît kir û ket valahiyê aniha jî Rojava tehdît dike û wê bikeve valahiyê.... 
PKK û yên ku ligel PKK ne bi eşkere neyartiya Başûr dikin. Hebûna KRGê bo wan derbeke mezin e. Û PKK bo statuyeke netewî tim xebatek balkêş dike û bo vî karê hewl dide...
Partiya Barzanî û li ser keseyata Barzanî propandayekê dikin û li ser statu û serkeftiya Başûr disekinin.... 
PKK heta ligel dagirkerên herêmê bisekine û heta li ser gotina wan be, bo Başûr rewşekê xirab e. Halê Rojava li holê ye. PKK neyartiya ku rêxistinên Kurd dike ji sedî yek nîşanî Esed nade. Hebûna artêşa Suriyê bo wan, normal e. Lê hebûna Pêşmergeyên Roj bo wan xirabî ye
Di çav girtî neyartiya Pêşmergeyên Roj dikin
Dibên "Ku werin qadê em ê şer bikin".

Önceki ve Sonraki Yazılar