PAKê li Batmanê Fahrettîn Akinî Bibîranî

PAKê li Batmanê Fahrettîn Akinî Bibîranî

.

A+A-

Bi minasebeta yekemîn salvegera wefata kek Fahrettin Akinî de bi şandekê ku ji Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemir, Serokê PAK Şaxa Hezo Abdulmecit Hezer,Endamê Meclisa PAKê Hamdusena Demirel û rêvebir Abdurrahman İnal ,M.Tahir Bilik ,M.Ali Akın û Selahattin Yaman pêkhati seredana mezelên wî kirin.

Heyeta PAKê Alaya Kurdistanê danîn ser mezele wî,dua û fatîha li ser hat xwendin.

Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemir li ser mezelê wî axivî û got:

Fahrettin Akin bê navber 45 salane ku di doza azadîya Kurdistanê de ked û xebata wî hebu û endam û kadirekî PAKê ya Batmanê bu.

Bi mixabinî berî salekê weke îro li gundê xwe di mala xwe de , bi awayekî ne mirovane ,bi sedema erişeke bêbext jîyana xwe ji dest da ,koça dawî kir.

Fahrettîn Akınî sozdar û heskirîyên xaka xwe ,netewa xwe û dostên dosta,welatperwerekî hêja , hevalekî dilsoz û nefsbiçûk bû. Bi fedakarîya xwe bi keda xwe ,wî di doza Azadîya Kurdistanê de cih girtîye .

Em di yekemîn salvegera wefata wî de, kedkarê doza azadîya Kurdistanê kek Fahrettin Akınî bi rêzdarî bibîr tînin.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.23.01.2022

Şaxa Batmanê Ya PAKê

1-209.jpg2-226.jpg3-218.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin