PAK: Tu kes nikare encama referandûmê tune bihesibîne

PAK: Tu kes nikare encama referandûmê tune bihesibîne

Derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê û bersiva Hikûmeta Herema Kurdistanê dengveda û şiroveyên cuda tên kirin.

A+A-

Hiquqnas û nûnerên partiyên sîyasî yên kurd biryara Dadgeha Federal a Iraqê nirxand û ragihandin ku biryara referandumê biryara gel e û tu meclîs, rêvebirî û dadgeh nikare referandûbiryara gel e û tu meclîs, rêvebirî û dadgeh nikare referandûmê betal bike.

Derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê û bersiva Hikûmeta Herema Kurdistanê dengveda û şiroveyên cuda tên kirin. Dadgeha Federal a Iraqê di biryara xwede gotibû ku, "Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikûmraniyê têde komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr, bingeha yekîtiya Iraqê ye." Herwiha Hikumeta Herema Kurdistanê jî bersiv da û ragihand ku ew rêzê ji vê ravekirinê re digirin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastine hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicîhkirin. Daxuyanîya Hikûmeta Herema Kurdistanê ji hinek alîyan ve weke "Gav paşavêtin" hat şîrove kirin. Lê hiquqnas vê şîroveyê şaş dibînin. Hiquqnas û nunerên partiyên kurd biryara dadgehê û helwesta Hikûmeta Herema Kurdistanê ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re nirxandin.

PAK: Tu kes nikare encama referandûmê tune bihesibîne

Serokê Partîya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik jî biryara dadgehê rexne kir û wiha got: "Em wek PAKê biryara Dadgeha Federal a Iraqê weke biryarek ku îradeya gele kurd tune dihesibîne dibînin. Helwesta Bexdayê ya binpêkirina mafan berê kurdan da referandûmê. Ji 144 xalên destûra bingehîn ya Iraqê 56 xal pêk nehat. Gelo Dadgeha Federal a Iraqê wê deme li ku bu? Ev biryarek yek alîye. Di xala yekemîn ya destûra bingehîn a Iraqê de dibêje ‘ev destûr bi erêkirina hemu alîyan û li gorî pêkhatina destûrê hatîye amadekirin.' Em dibêjin referandûm û encama referandûmê jî rewa ye û tu kes nikare vê encamê tune bihesibîne. Ev biryar, biryara gelekî ye, ne ya hikûmeta Hewlêrê ye. Divê Hikûmeta Herema Kurdistanê jî ji bo rewabûna referandûmê gav ji paş ve navêje. Divê li aliyekî li gorî rewşa niha ji bo çareseriyê tevbigere û ji aliyê din ve jî ji bo rewabuna referandûmê gav paş navêje. Herdu ya bi hevre bimeşîne. Mafê Hikûmeta Herema Kurdistanê jî tune ku dev ji referandûmê berde.
 
Ji Sputnikê nûçeya Sertaç Kayar
 
 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin