PAK li Yûnanîstanê jî daket kolanan!

PAK li Yûnanîstanê jî daket kolanan!

PAK li paytexta Yewnanîstanê Atîna bi rengekî Kurdistanî tevlê festîvala li dij nîjadperestîyê ya ku ev 20 sal e li Atîna tê li darxistinê, bû.

A+A-

Atîna 03.07.2017, Li paytexta Yewnanîstanê Atîna 20 emîn salvegera Festîvala li dij nîjadperestîyê îsal jî di navbeyna 30.06-03.07.2017 de hat lidarxistinê.

Ev festîval, ji alîyê çep û sosyaldemokratên Yewnanîyan ve ji bo sê rojî tê organîzekirinê. Festîval bi gelek babetên konferansên sîyasî yên cûrbecûr, mûzîk, xwarinên û çandên gelek welatan, bi beyan û belavokên gelek bîrûrayên sîyasî yên cûda, bi stantên gelek partî, dezgehên sivîl û pirtûk firoşên Yewnanî û welat û gelên din hem dewlemend  û hem jî rengawreng bû.

Festîval hem bi germahîya Atîna, hem jî bi beşdarên xwe yên ji gelek gelan, bi beşdarîya  partî û rexistinên sivîl ku tevlê bibûn gelek germ û coşh bû.

Festîval; bi dengên sohbet û nîqaşên sîyasî, bi rîtmên muzîkên pir çandî, bi bêhna xwarinên gelek çandan tên û hestên cîhanî didan mîrovan.

PAK jî bi rengên xwe yên Kurdistanî, ala ya Kurdistanê û bi flama PAKÊ rengê Kurdistanê jî tevlê festîvalê kiribû. Tevlêbûna PAKÊ rengekî nû dabû festîvalê. Bal û sohbetên gelek germ li ser mêza PAKê deng dida.

Bernameya PAKê gelek bala sîyasemedar û beşdarên festîvalê kişandi bû. Li ser bername û daxwazên PAKê û referanduma kû dê di 25 îlone de li Başûrê Kurdistanê pêk were sohbet û nîkaş gelek bûn.

Herwîha, di  festîvalê de gelek zarok û xortên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hebûn. PAK ji dervayê bername, beyan û meteryalên partîyê, bi belavkirina alên Kurdistanê dilê gelek zarokên Kurd şa kir.

20170630_220920[1].jpg20170701_215707[1]-(1).jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin