PAk li Amedê 8ê adarê pîroz kir

PAk li Amedê 8ê adarê pîroz kir

Komîsyona Jinan a PAKê li Amedê, roja 08.03.2019an , li Teşkîlata Amedê ya PAKê bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakîyek li dar xist.

A+A-

Çalakî ligel jinên endamên PAKê, bi beşdarîya gelek jinan li dar ket.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û namzedê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Yenîşehîra Amedê Ramazan Kahramaner jî beşdar bûn. Herweha nûnerên Komîsyona Jinan a PSKyê jî beşdarî vê çalakîyê bûn.

amed-8adar2.jpg

Ji bo rûreşkirina qetlîama 50 jinên Kurdên Êzidî jî çelengeke reş hate amadeamed-8adar4.jpgkirin.

 

Endama Komîsyona Jinan a PAKê Nebahat Yilmaz bixêrhatina beşdaran kir û di derbarê vê çalakîyê û 8ê adarê de axaftina destpekê kir.

Paşê, Endama Komîsyona Jinan a PAKê Ayfer Aba bi Kurdî , Endama Meclîsa PAKê Nezihe Karahan jî bi Tirkî Daxuyanîya Komîsyona Jinan a PAKê xwendin.

Piştî axaftinên bi Kurdî û Tirkî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik gul pêşkêşî jinên beşdarî civînê bûne kir û bi Kurdî di derbarê wate, girîngî û rola 8ê adarê de axaftinek kir.

Endama Komîsyona Jinan a PAKê Fadime Aktert jî di derbarê qetil kirina 50 jinên Kurdên Êzidî de axaftinek kir.

Piştî van axaftinan di derbarê têkoşîna jinên Kurd ya di xebata doza netewî de slaytek hate pêşandan.

amed-8adar-slayt.jpg

Piştî pêşandana slaytê, jinên ku beşdarî çalakîyê bibûn, di derbarê 8ê adarê, pirsên jinan , xebatên ku ji bo hilbijartinên herêmî bêne kirin, piştgirî û birêxistin kirina jinan de yek bi yek bîr û ray û pêşniyarîyên xwe anîn ziman.

Çalakîya Komîsyona Jinan a PAKê ya ji bo 8ê adarê ku li Amedê hate li dar xistin , bi hêjmara beşdaran, bi bername, birêvebirin, disîplîn, mustewaya xwe ve, bi pêşniyarî û bîr û rayên ku hatine pêşkêş kirin ve çalakîyeke hêvîdar bû.

amed-8adar1.jpg

amed-8adar5-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin