PAK: Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e

PAK: Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta Jenosîda Helebçeyê li Amedê civînek li dar xist, Jenosîda Helebçeyê rûreş kir û daxuyaniyeke çapemenî weşand û got Helebçeyên nû li Kirkûk û Efrînê berdewam dike.

A+A-

Daxuyaniya ku ji  hêla Buroya Çapemenî û Rahigandinê ya PAKê ve hate weşandin:

"Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e

30 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helepçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.

Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê wîcdane mirohîyê jî şehîd ketibû.Ev ne bes qirêjîya Seddam Husênê faşîst û dîktator bû; herweha şerm û lekeyeke bû li ênîya mirovahîyê jî.

Di dema jenosîda Helebçeyê de mixabin hemû dewletên herêmê û yên cihana Erebî , Yekitîya Sowyetan, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê jenosîdê re girtin.

Piştî 30 salên jenosîda Helepçeyê,gelê Kurdistanê hîna jî tûşî komkujî, qetlîam û kuştin, neheqî û wêranîyan dibe.

Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e.

Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, ji bo ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadîyan bi dest nexe, ji bo ku li  tu derê statuyeke sîyasî bi dest nexe, bi plan û stratejîyên pir alî , hevkarîya xwe didomînin.

Dewletên mezin yên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî çavên xwe ji êrîş û  planên van her çar dewletan digirin.

Û careke din wîcdanê mirovahîyê  li her bihusteka axa Kurdistanê şehîd dikeve. Careke din şerm û lekeyeke mezin ya din li ênîya mirovahîyê dikeve.

Û careke din birîna me ya kûr ya ku em bi destên xwe mala xwe xera dikin, dide der. Careke din, bêtifaqî, kurmê darê, lawazîya hişmendîya netewî, me ji ber derîyê serxwebûnê vedigerine.

Lê doza azadîya Kurdistanê berdewam e. Ne jenosîd û qetlîamên Helebçe û Enfalan, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û  ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.

Emê vê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqêyê jî bi tifaq û hişmendîya  netewî bipêçin û emê miheqeq bi serkevin.

Em di 30yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê rûreş dikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin