PAK-Ewropa: Efrîn di bin xeteriya jenosîdê de ye

PAK-Ewropa: Efrîn di bin xeteriya jenosîdê de ye

Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê di derbarê dorpêç û êrîşên li ser Efrînê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bale hate kişandin ser qeyrana mirovî ya li Efrînê û rexne li bêdengiya welatên Ewropa û Rûsyayê hate kirin.

A+A-

Di daxuyaniya Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê de wisa hate gotin:

 

"Efrîn di bin xeteriya jenosîdê de ye"

Hêzên Dewleta Tirkîyeyê piştî 50 rojên şerî, bajarê Efrînê dorpêç kiriye. Ava vexwarinê ya ku diçe bajêr qut kiriye, depoyên xwarinê, firinên nanpêjî bombardûman kiriye. Li nexweşxaneyan derman nemane, bi hezaran birîndar li benda alîkariya cerahî ne. Efrîn bi 850 hezar Kurdên xwe di bin xeteriya qirbûnê de ye.

Dewleta Tirkiyeyê li herêmê li dûv qirkirina etnîsîteya Kurdan e. Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim gotiye “Piştî paqijkirina Efrînê ew ê 350 hezar erebên Sûriyê bibin li Efrînê bi cî bikin.”

 

"Ev beyan îlankirina biryara jenosîdê ye"

Di vî warî de sabiqa Tirkiyê giran e; Hikûmeta İttihad Terakki û Kemalîstan di destpêka sedsala bihurî de heman tişt aniye serê Ermenî û Rûman jî. Ermenî û Rûm qir kirin, ji gund û bajarên wan derxistin û di dewsa wan de tirk bi cih kirin. Plana wan ya ji bo Efrînê jî her ev e.

Tirkiye wê qîma xwe bi Efrînê tenê neyne. Piştî Efrînê ew ê berê xwe bide Minbicê, Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamişloyê…

 

"Cîhan xwe kerr û lal kiriye"

Ev yek li ber çavê Rûsya, DYA, Yekîtiya Ewrûpa, Fransayê ye ku xwe garantorê herêmê tayin dikirin diqewime. Yekîtiya Netewan, Konseya Ewlekarî çavên xwe ji êrîşên Tirkiyeyê re girtine, xwe kerr kirine û zimanê wan lal bûye.

 

"Nebin şirîkên bêdengîyê"

Em bangî raya giştî ya Ewropayê û dinyayê dikin, nebin şirîkên bêdengî û tevzandina dewletên xwe. Dengê xwe bilind bikin, Efrîna Kurd ku li hember DAÎŞê qehremanane şer kir, bila li ber çavê we neyê qirkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin