PAK-Ewropa: Di Van Rojên Coronayê De Em Destê Alîkarîyê Dirêjî Der Û Dora Xwe Bikin

PAK-Ewropa: Di Van Rojên Coronayê De Em Destê Alîkarîyê Dirêjî Der Û Dora Xwe Bikin

Meclîsa Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)-Ewrûpa civîna xwe ya peryodîk di roja 1ê Gulanê de li ser platforma dijîtal pêk anî.

A+A-

Navenda Nûçeyan - PAK-Ewrûpa 6 meh e di amadekarîya civandina kongreya xwe ya duyem de bû. Lê ji ber şohba coronayê ji mecbûriyetî kongreya xwe ji bo demekê li paş ve xist, di dewsa wê de bi beşdarîya hemû endaman û serok û cîgirên serokê partîyê civîneke dijîtal pêk anî.

 

Civîna Meclîsa Ewrûpa kar û barên ji civîna Kopenhangê ku 12.10.2019an pêk hat heta nuha hatîye kirin nirxand û ji ber nexweşîna coronayê ji bo dema pêş a nêzîk wê giranîya xwe bide xebat û pêwendîyên dijîtal. Di vî warî de jî hin biryaran girt.

 

Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk di derbarê rewşa siyasî ya bakurê welat, ya PAKê hinek agahdarîyan da. Cîgirên Serokê partîyê her yek ji hêla xwe ve agahdarîyan kûrtir û firehtir kirin.

 

Giranîya civînê li ser lawazbûna xeta netewî û çareserîya xurtkirina wê bû. Di demeke ku li hawîrdorê Kurdistanê rûdanên mezin dibin, bal û hêzên mezin li herêmê ne, li Bakurê Kurdistanê hêza netewî di rewşeke herî qels de ye. Ya herî xerab ji bo guhertina rewşê jî, di demek kin de çareseriyeke nêz xwanê nake. Xebatek dûr û dirêj, xwe ji nuh ve bi rêxistinkirin pêwist e. Di vî warî de PAK li dû hemû alternatîv û çareserîyên pêkbar û optîmal e.

 

Di vî warî de erk dikeve ser milên hemû kadir û kesayetiyên li ser xeta Kurdistanî ne. Em wek piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa bang li kadirên Kurdistanî dikin mil bidin hewildana me ya xurtkirina xeta Kurdistanî. Em bi hev re ji bo çareserîya pirs Kurd û Kurdistanê wek netew û welat bi partîyeke pirr deng, pirr reng, demokratîk, şefaf û girse pêk bînin dest û deng bidin PAKê.

 

Meclîsa Ewrûpa bal kişand ser rewşa şohbwa coronayê û di vî warî de refleksa partîya me pesinand. Partî hîn rojên pêşî ku pêlên nexweşîna coronayê gihîşt sînorên welatê me daxuyanî da û xwest balê bikşîne ser xeterîya nexweşînê. Heta nuha di vî warî de PAK çar caran daxuyanî da, bal kişand li ser xeterîya nexweşîyê û ji bo agahdarîyê çend car bi afîş, nivîs û înformasyonê xwest rayagiştî agahdar bike.

 

Meclîsa me bang li hemû piştgirên xwe dike ku di van rojên giran yê coronayê de hay ji hev hebin, xwedî li hev derkevin û dest dirêjî yên muhtac bikin.

 PAK-Ewropa

Piştgirên PAKê li Ewropa

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin