PAK: Em  radest kirin û darvekirina Mistefa Selîmî  rûreş  dikin

PAK: Em radest kirin û darvekirina Mistefa Selîmî rûreş dikin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxuyanîyekê radestkirin û darvekirina Mistefa Selîmî rûreş kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxuyanîyekê radestkirin û darvekirina Mistefa Selîmî rûreş kir.

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

“Mistefa Selîmî yê welatperwerê  Kurd  jiber ku  pêşmerge bû 17 salan di zindanê de dimîne.

Mistefa Selîmî di roja 27ê adara 2020an de, li gel bi dehan girtîyên ku di hefsê de ne, di serîhildana girtîyan de, xwe ji Zindana Saqizê xilas kirîye û xwe gihandîye  sînorê Başûrê Kurdistanê.

Lêbelê li gor hinek zanyarîyên hatine belavkirin, Mistefa Selîmî  piştî ku derbasî alîyê Başûrê Kurdistanê bûye, piştî çend rojan, ji alîyê hinek kesênji Asayîşa Pêncewînê ve radestî Hêzên Pasdarên Îranê hatîye kirin.

Paşê jî Mistefa Selîmî   di roja 11.04.2020an de li Zîndana Seqizê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatîye darve kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyeke xwe ya fermî de aşkere kirîye  ku tu zanyarîyeke  wan di derbarê radestkirina Mistefa Selîmî  ya jibo Rejîma Îranê nebûye û bi fermana Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lijneyek hatîye  avakirin  da ku lêkolînê li ser vê bûyerê bike.

Mistefa Selîmî  piştî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye ,kê bi çi sebebê  û bi çi awayî jî be, Mistefa Selîmî teslîmî Rejîma Îranê kiribe,  em wan bi tûndî şermezar dikin.

Em piştgirîya vê pêngava Serokwezîrê birêz yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku lijneyeke lêkolînê  jibo vê meseleyê wazîfedar kirîye û em hêvî û daxwaz dikin ku  di demeke herî kurt de di encama lêkolîna vê lijneyê de rastîya bûyerê bêyî şik eşkere bibe. Û Mistefa Selîmî ji alîyê kê ve jî teslîmî Rejîma Îranê hatibe kirin, divê li gorî yasayên Herêma Kurdistanê ew kesên sûcdar bêne ceza kirin.

Em jiber darvekirina Mistefa Selîmî Dewleta  Îranê rûreş dikin. Dewleta  Îranê  bi darvekirinan, bi qetlîaman, bi binpê kirin û tunehesibandina  hemû maf û azadîyên miletê Kurd , dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bigire.

Em sersaxîyê ji malbata xwedê jê razî Mistefa Selîmî û ji gelê xwe re dixwazin.”

13.04.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin