PAK: Em êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin rûreş dikin

PAK: Em êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin rûreş dikin

.

A+A-

 

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di derbarê êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

"Şeva 11yê îlona 2021ê, hêzên terorî bi rêya 2 dironên bombehilgir êrîş birine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê , lê di encamê de û tu ziyaneke canî çênebûye.

Eve çend carin ku hêzên terorî yên dijminên gelê Kurdistanê, bi dironan êrîşan dibin ser Hewlêrê.

Ji alîyekî ve Dewleta Tirkîyeyê êrîşan dibe ser Başûrê Kurdistanê û axa wê dagir dike, Dewleta Îranê bi topbaranê û bi balafirên bê mirov êrîşan dibin ser Başûrê Kurdistanê; ji alîyekî ve jî terorîstên ku pêgirtîyên dijminên miletê Kurd in jî bi dironan û bi êrîşên cûr bi cûr êrîşan dibin ser Hewlêrê.

Armanca van hemû êrîşan têkbirina destkeftîyên federalî û rêlibergiritin û lawaz kirina aramî û pêşketinên li Başûrê Kurdistanê ye.

Bersîva herî bi bandor a li himber van hemû êrîşan, yekgirtin û tifaqa navxweyî ya Başûrê kurdistanê ye, lê xwedîderketin, yek kirin û xurt kirina dezgehên dewleta federe ye.

Em êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin rûreş dikin û bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê dikin da ku bi yekgirtineke neteweyî, niştimanî li destkeftinên Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin, biparêzin.

12.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin