PAK: "Em bangî Dewleta Tirk dikin ku dest ji sîyaseta dijminatîya Kurdan berde"

PAK: "Em bangî Dewleta Tirk dikin ku dest ji sîyaseta dijminatîya Kurdan berde"

Dewleta Tirk hemû siyaset û paradîgmaya xwe li ser wê yekê ava kiriye ku, ‘’divê Kurd li tu derê tu destkeftinan bi dest nexin’’.

A+A-

Dewleta Tirk piştî ku van demên dawîyê bi hemû dem û dezgeh û cıvata xwe ‘’tifaqa xwe ya netewî’’ ava kir, bi piştgirîya vê hêzê, bi leşkerên xwe kete nav axa Cerablûsê.

Dewleta Tirk dibêje ‘’Me jibo paqij kirina DAIŞê ji van deveran dest bi vê tevgera eskerî kiriye’’. Lê di eslê xwe de, gava ku dîyar bû van deveran dê ji DAIŞê bêne paqij kirin û dê rêya yekkirina axa Rojavayê Kurdistanê vebe, Dewleta Tirk ji bo rê li ber vê yekê bigire, êdî ew bi xwe daketîye seheyê. Dewleta Tirk dibêje ‘’Emê rê nedinê ku rewşeke wekî li bakurê Iraqê pêk hatîye, li bakurê Sûrîyê jî dubre bibe’’. Ev aqiliyete ku berê Dewleta Tirk dide dagirkirina Cerablûsê.

Dewleta Tirk hemû siyaset û paradîgmaya xwe li ser wê yekê ava kiriye ku, ‘’divê Kurd li tu derê tu destkeftinan bi dest nexin’’. Ev siyaseta ku  ji aqilê mirovî dûr e, dikare berê Dewleta Tirk  bide dagir kirina welatekî din jî, dikare qetlîam û wêranîyên bê hidût jî pê de bide kirin.

Em bangî Dewleta Tirk dikin ku dest ji vê sîyaseta bi dijminatîya Kurdan hatîye hûnandin berde.

Divê bê zanîn ku ne tevgerên eskerî, ne dagirkirina Cerablûsê, dê nikaribe rê li ber mafê bistatubûyîna Rojavayê Kurdistanê bigire, di nikaribe rê li ber azadîya gelê me bigire.

Her stratejîya ku li her çar perçeyên Kurdistanê li gel miletê Kurd ne di  nav hemahengîyeke aştîyane de be, dê neçareserîyê kûrtir bike.

Em bangî Dewleta Tirk dikin ku dest ji vê maceraya dagirkirina  Cerablûse berde. Dewleta Tirk  li her çar perçeyên Kurdistanê jî rêzê li mafê bistatubûyîna miletê Kurd bigire dê ev helwesta li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê  jî çareserîya ku statuyeke li ser esasê wekhevîyê  ji xwe re bike bingeh xurtir bike.

Em bangî TEVDEM, ENKS û hemû partîyan Kurdan dikin ku li Rojavayê Kurdistanê roj roja pêk anîna yekgirtina we ye. Roj roja  li Rojavayê Kurdistanê ava kirina îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborîye. Divê bi vê yekrtinê hemû partîyên Kurdan li himberî hemû midaxele û  xeterîyan destên xwe bidine hevdu.

Em bangî Emerîka, Welatên Ewrûpa û Rûsyayê dikin ku rê nedin têk birina destkeftinên gele me yê Rojavayê Kurdistanê; piştgirîya mafê bistatubûyîna gelê me bikin, li gel gelê me bin.

24.08.2016

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin