PAK: Dibinavêdehiştina Hesenkeyfê Jenosîdeke Dîrokî û Kulturî ye

PAK: Dibinavêdehiştina Hesenkeyfê Jenosîdeke Dîrokî û Kulturî ye

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê di derbarê dibinavêdehiştina Hesenkeyfê de daxuyanîyek bi raya giştî re parve kir.

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê di derbarê dibinavêdehiştina Hesenkeyfê de daxuyanîyek bi raya giştî re parve kir.
Teksta daxuyanîyê li jêr e:  
Hesenkeyf a ku  dîroka wê digihêje 12.000 sal berê, îro bi destê Dewleta Tirkîyeyê ve, di bin avê de dimîne, tê fetisandin, tê jenosîd kirin.
Dibinavêdehiştina Hesenkeyfê, jenosîd kirina perçeyekî dîroka mirovahîyê ye, jenosîd kirina  perçeyekî dîroka Kurdistanê ye.Dibinavêdehiştina Hesenkeyfê, jenosîd kirina mîrateke kulturî ya cîhanê û ya Kuristanê ye.Jenosîd kirina xwezayê ye.
Li  Bakurê Kurdistanê, eve 96 sal e bi sedhezaran keç û lawên Kurd û Kurdistanîyan  di rêya azadîya Kurdistanê de jiyana xwe jidest dane. Lê  hîna jî em ji hemû mafên xwe yên netewî, demokratîk bêpar in. Hîna jî zimanê me, hebûna miletê me  di Qanûna Bingehîn de , di hemû qanûnan de qedexe ye.Me weke Kurd û Kurdistanîyan, li gel van hemû bedelên kume dane jî, me  nikarîbûye rê li ber vê jenosîda li ser gelê me, li ser zimanê me bigirin; me nikarîbûye mafên xwe bidest bixin. Jenosîd bi her awayî û her berdewam e. Dewletên cîhanê, Netewên Yekgirtî û UNESCO, Yekitîya Ewrûpayê jî mixabin her li vê jenosîdê temaşe kirine.
Îro jî, Hesenkeyf, bi awayekî hovane, di bin avê de dimîne, tê fetisandin; jenosîdeke dîrokî  û kulturî, jenosîda  xwezayê tê kirin. Û em weke gelê Kurdistanê  jî û weke dewletên cîhanê, Netewên Yekgirtî û UNESCO, Yekitîya Ewrûpayê jî mixabin dîsa  li vê jenosîdê temaşe dikin.
Hewla Jenosîda Hesenkeyfê, nîşana bêxwedîtîya me ye; nîşana wê ye ku, me di nav dewletên cîhanê de ji xwe re dostên xurt çênekirin e.
Hewla Jenosîda Hesenkeyfê, nîşana wê yekê ye ku, dewletên cîhanê hîna jî li ser esasê berjewendîyên xwe, naxwazin peywendîyên xwe li gel Dewleta Tirkîyeyê xera bikin.
Hewla Jenosîda Hesenkeyfê, nîşana bê tifaqîya me ye, nîşana lawazbûna hişmendîya netewî û niştimanî ya me ye.
Ji ber ku ew dizanin çima ew vî karî dikin; em ji xêrnexwaz û jenosîdkarên ku dixwazin Hesenkeyfê qetil bikin gazindan nakin. Lê divê em gazindan ji xwe bikin. Herweha mafê me heye ku em gazindan ji dewletên  cîhanê,ji UN, ji Yekitîya Ewrûpayê û ji raya giştî ya cîhanê bikin.
Em jenosîdkarên ku bi awayekî hovane dixwazin Hesenkeyfê di bin avê de bifetisînîn şermezar dikin û divê ev jenosîd bê rawestandin.
Em bangî gelê xwe, bangî Netewên Yekgirtî,Yekitîya Ewrûpayê, parastvanên binemayên dîrokî , kulturî û parastvanên xwezayê yên li cîhanê dikin da ku rê li ber jenosîda Hesenkeyfê bigirin.
Ji bo ku em bikaribin vê jenosîdê bidin rawestandin, hîna jî  ne dereng e. Heger em dest bidin hevdu, em bikaribin raya giştî ya cîhanê bixin nav tevgerê, em bikaribin deng û hêza  xwe, bi hêza raya giştî re bikin yek; emê bikaribin vê jenosîdê bidin rawestandin.
14.06.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin