PAK: Berxwedana Pirdê Di Dîroka Kurdistanê De Vejîneke Dîrokî Ye

PAK: Berxwedana Pirdê Di Dîroka Kurdistanê De Vejîneke Dîrokî Ye

PAK: Berxwedana Pirdê Di Dîroka Kurdistanê De Vejîneke Dîrokî Ye

A+A-

"PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):

Piştî di 16yê cotmeha 2017an de Kerkûk careke din hate dagir kirin, di roja 20ê cotmehê de Heşdî Şahbî êrîş bir ser Pirdê û xwest here Hewlêrê dagir bike, xwest dawî li Sîstema Federalî bîne. Lê fermandar û pêşmergeyên qehreman bi berxwedaneke bir rûmet, ev êrîş şikand.

Berxwedana Pirdê ya di 20ê cotmeha 2017an de di dîroka Kurdistanê de vejîneke dîrokî ye. Berxwedana Pirdê, xwedî lê derketina destkeftîyên federe yên li Başûrê Kurdistanê bû, xedî lê derketina pêşeroja gelê Kurdistanê û îradeya referandûma serxwebûnê bû.

Piştî dagir kirina Kerkûkê, mixabin navçeyên mijara madeya 140î gişt, ango ji %45ê axa Başûrê Kurdistanê careke din jî hate dagir kirin. Lê Heşdî Şahbî ,Artêşa Iraqê û piştgirên wan , qîma xwe bi vê neanîn û bi êrîşa li ser Pirdê, Sihêla û Zûmarê xwestin ji Hewlêrê heta Zaxo Kurdistanê dagir bikin û hemû destkeftiyên federalî ji holê rakin. Lê ev plana dagirkeran bi berxwedana pêşmergeyên qehreman hate pûç kirin.

Berxwedana Pirdê hemû plan û startejîyên xêrnexwazên Kurdistanê yên dixwestin îradeya referandûmê û hemû destkeftîyên Herêma Kurdistanê ji holê rakin, têk birine.

Piştî Berxwedana Pirdê, du kilîdên mezin kete destê gelê me yê Başûrê Kurdistanê.

Kiliîda yekemîn ji %93yê ‘’belê’’ ya refernadûma serxwebûnê ye.

Kilîda duyemîn jî ew e ku , êdî ji dewletên cîhanê re ji xeynî parastina destûra federalî ya Iraqê û ji xeynî parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê yên federalî tu rêyeke din nemaye. Dewletên cîhanê bêyî şik divê bibin garantorê vê destûra federalî. Ev jî kilîdeke xurt dixe destê gelê me yê Başûrê Kurdistanê.

Di sêyemîn salvegera Berxwedana Pirdê de , em hemû fermandar û pêşmergeyên qehreman yên ji Başûr û yên Rojhilatê Kurdistanê , yên ku di wê berxwedanê de cîh girtine careke din pîroz dikin. Şehîdên xwe jî em bi giramî bibîr tînin.

Em di sêyemîn salvegera Berxwedana Pirdê de, bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dikin da ku li ser bingehê hişmendîyeke netewî û niştimanî, li destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê û li îradeya referandûma serxwebûnê xwedî derkevin.

Em bangî Emerîka, Brîtanya, Rûsya,Fransa û hemû dewletên cîhanê dikin da ku, ji bo bicîh anîna destûra federalî û parastina destkeftîyên Herêma Kurdistanê rola xwe bilihîzin û rêzê li îradeya meşrû û demokratîk ya gelê Kurdistanê bigirin."

20.10.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

pirde-4.jpgpire-2.jpgpirde-33.jpgpirde-5.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin