PAK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be

PAK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz kir.

A+A-

PAK di peyama xwe de wiha got:

“1 Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye. Di demek ku li cîhanê, hemû mirovahî di bin xeterîya corona vîrusê de ye, 1 Gulana 2020an tê pîroz kirin.

Qeyrana aborî ya ku li piştî corona vîrusê rûdaye, li Kurdistanê û li Tirkîyeyê rewşa aborîya bi milyonan karker û kedkaran xerabtir kirîye,hejarî zêdetir bûye.

Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî, bêkarîyê ne, rû bi rûyî şerden gelek xerab ê aborîyê ne.

7-036.jpg

Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê,  têkoşîna xwe ya jibo bidestxistina mafên aborîyê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşina jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadî û rizgarîya  Kurdistanê bimeşînin.

PAK, bi şîara ‘’Azadî jibo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, jibo Kurdistaneke azad a ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

9-035.jpg

Di roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, li dijî xeterîya corona vîrusê, divê hemû mirovahî bi hişmendî û helwesteke yekgirtî tevbigere, lihev xwedî derkevin. Bi vê daxwaz û hêvîyê, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin.”

1ê Gulana 2020an

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin