Ozçelik,Têlefonî Biro Kir

Ozçelik,Têlefonî Biro Kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik,Têlefonî Serokê ENKSê Brahîm Biro Kir

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Ozçelik îro(14.08.2016) peywendîyeke telefonî li gel serokê ENKSê rêzdar Brahîm Biro danî.

Rêzdar Mustafa Ozçelik jiber binçavkirina cenabê wî, derbasîbûyîn ji rêzdar Brahîm Biro re xwest. Herweha nerazîbûna xwe ji binçav kirin û derxistina cenabî wî ya  ji Rojavayê  Kurdistanê anî ziman.  Rêzdar Mustafa Ozçelik, got ’’Ev helwesta seqet kirina azadî û demokrasîyê ye. Divê PYD,TEVDEM û rêveberîya Rojavayê Kurdistanê zûtirîn wext jibo pêkanîna rêveberîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ya hemû partîyên Kurdan gavan bavêjin. Serkeftina gelê me dê bi rêzgirtina li hevdu û bi tifaqê pêk were. Em vê binçav kirin û derxistina ji Rojavayê Kurdistanê, wekî  binpê kirina azadîya ramanî û birêxistin bûyinê dibînin’’

Rêzdar Brahîm Biro jî spasîya xwe pêşkêşî  Rêzdar Mustafa Ozçelik kir û got ‘’Emê xebatên xwe li Rojavayê Kurdistanê pêşdetir bibin’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin