Özçelik: Yekitîya Netewî divê bi destê partîyan bê meşandin

Özçelik: Yekitîya Netewî divê bi destê partîyan bê meşandin

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik, sedema beşdarnebûna PAKê ya li civîna 'Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin' diyar kir û got :"Yekitîya Netewî berîya her tiştî divê bi destê partîyên sîyasî bê meşandin."

A+A-

Weke tê zanîn beriya 2 rojan li Amedê têkildarî yekitîya netewî bi navê "Kurd pêvajoyê nîqaş dikin" civînek hat li darxistin. Sîyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Parlamanterê HDPê Osman Baydemir, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, DBP, TJA, Baroya Amedê, Dayikên Aşitiyê, Odeya Tabiban jî di navde gelek kes beşdar bûn. Partiyên din ên Kurdistanî yên wekî PAK, Tevgera Azadî, PDK-Bakur, PSK, PDK-T beşdarî civînê nebûn.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, pirsa 'Gelo hûn çima berşdarî vê civînê nebûn û li ser yekîtiya neteweyî fikr û ramanên we çi ne' ji Rûpela Nû re bersivand.

 

'Me naveroka civînê nedizanî'

 

Özçelik got: "Ji ber ku me nizanîbû naveroka vê civînê çîye û gelekî dereng haya me jê çêbû ,em weke PAK beşdarî vê civînê nebûn.

Roja 19.12.2017yan de Rêzdaran Mulkîye Bîrtane, Abdulbakî Erdoğmuş û Fîkriye Aytîn li ser navê Komîteya Amadekar a vê civînê li Amedê seredana partiya me kirin.

Di seredanê de behsa vê civînê kirin û gotin ''Vaye 6 meh e em amadekariyên vê civînê dikin. Weke însîyatîfeke sivîl em vê xebatê dimeşînin. Wê 120 kesayet beşdar bibin û ji her partiyeke siyasî em 2 kesan dawet dikin''. Balkêş bû ku tu dokumenteke nivîskî jî tune bû ku armanca vê civînê aşkere bike. Bes bi devkî behsa yekitiya netewî hate kirin. Dawetiyeya civînê jî heta wê rojê nehatibû amade kirin.

Me weke PAK ji rêzdaran re jî got ''Yekitiya netewî li ser nirxên netewî divê bêne ava kirin.Kî ji bo çareseriya doza miletê kurd kevirekî deyne ser kevir, em ê pozîtîf lê binerin. Lê ev şêweya ku we daye ber xwe, ne şêweya civîneke ku yekitiya netewî ava bike.Heger weke însîyatîfeke sivîl hûn bixwazin rolekê bilîzin, ew karekî cuda ye û dîsa jî divê armanca we aşkere be''.

 

'Armanc û naveroka civînê ne zelal bû'

 

Mustafa Özçelik bale kişand şîlohiya naveroka civînê û got: "Armanc û naveroka civînê ne zelal bû. Tu dokumenteke nivîskî tune bû.Li gorî agahdariyên rêzdaran, eve 6 meh e ev amadekarî têne meşandin, lê gelekî balkêş e ku, beriya civînê 5 rojan hatine cem me. Ma gelo yekitiya netewî di eslê xwe de beriya her tiştî ne wazîfe û mijara partîyên sîyasî ne?Çawa dibe ku di navbera 6 mehan de tu kes nehatîye cem PAKê û partîyên din ? Weha dîyar dibe ku amadekarên civînê di navbera 6 mehan de pêwîstî pê nedîtine ku ji bo vê civînê hevdîtinan li gel partîyên sîyasî pêk bînin.Civîna ku armanca xwe ''Yekitîya Netewî'' nîşan dide, bi hêjmareke gelekî kêm cîh dide partîyên sîyasî; ma ev maqûl e?

 

Mixabin weke banga ''Kongreya Netewî'' ,banga ''Yekitîya Netewî'' jî ne bi rê û rêbaz û naveroka pêwîst tê meşandin. Divê tu kes bi şêweyên ne di cîh de zerarê nedin van herdu nirxên netewî û qedirbilind."

 

'Ji profîla beşdarvanan diyar e ne înîsiyatîfeke sivîl e jî'

 

Serokê Giştî yê PAKê Özçelik her wiha rexne li wergiriya civînê kir û got: "Yekitîya Netewî berîya her tiştî divê bi destê partîyên sîyasî bê meşandin. Û divê li ser prensîb û nirxên netewî bê ava kirin.Însîyatîfên sivîl divê ji vê armancê re xizmet bikin; ne ku vê rêyê xerabtir bikin. Lê ji profîla beşdarên civînê weha dîyar dibe ku ev ne însîyatîfeke sivîl e jî.

Ji ber ku em beşdarî vê civînê nebûne, em nikarin tu şîroveyan di derbarê axaftinên ku di civînê de hatine kirin bikin.

PAK ji roja damezrandina xwe ve bêyî şik hevkarî û tifaqên netewî diparêze. Û di vê derbarê de gelek gavên girîng jî avêtiye. Niha jî em weke 5 partî û hereketên Kurdistanê hevkariyekê dimeşînîn. Em her dixwazin vê hevkarîyê berfirehtir bikin û ji bo hilbijartinan jî li gel Bloka Partîyên Kurdistanî, Blokeke Kurdî ku hîn berfirehtir ya ku li ser daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk dê bê ava kirin jî dê xebatên me hebin."

 

Tevgera Azadî jî beşdarî civînê nebû!

 

Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Azadî jî ji organîzatorên vê civînê re got "em di vê baweriyê de ne ku divê lijneyeke ji hemû rêxistin û partiyên siyasî pêkhatî bê avakirin û nexşereyeke hevpar deyne ber xwe û xebatên hevpar bimeşîne. Ji ber vê,  ji ber ku rojev û beşdarvanên vê civîne ne zelal in û haya me ji pêvajoya amadehiya vê civînê tune bû, ev civîn bi baweriya me dê ne civîneke berhemdar be." û beşdarî vê civînê nebû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin