Ozçelik: "Xebat û lebat divê"

Ozçelik: "Xebat û lebat divê"

Heta Kurd hebûna xwe, hebûna Kurdistanê wek bingeheke esasî nebînin, dê tu kes jî wan tiştekî nehesibînin.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Komîteya Swêdê ji fersanda ku serokê giştî yê Partîyê Mustafa Ozçelîk  ji bo demekî kurt hatibû Swêdê sûd wergirt û di 6 Îlona 2016ê de bi lêz û bez li Stockholmê civînek sohbetê bi derû dorê sîyasî re li dar xist. Civîn sinorkirî bû, tenê ew kesên komîteya PAKê ya Swêdê vexwendibû civînê beşdar bibûn.  

Civîn bi zindî li ser fecbookê belav bû.

https://www.facebook.com/nimet.m.aydin/videos/10154032938148720/

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ji serdana xwe ya Londonê vegerîyabû û li wê konferansek li dar xistibû û bi Wezareta Derve ya Ingilîstanê re hevdîtinek kiribû.

Civîn bi rêzgirina şehîdan dest pê kir û bi moderatorîya serokê rêxistina PAKê yê Swêdê Nihat Akar bi rî ve çû. Li gel rewşa rojane ya Kurdistanê noxtayên girîng a axaftina Serokê PAKê  li ser yekîtî û tifaqa kurdan bû. Piranî pirs û şîroveyên beşdaran jî di vî warî de bû.

1- Serxwebûna başûrê Kurdistanê pêwîstîyek e û divê hemû kurdên cîhanê  piştgirîya wê bikin.

2-Dagirkirina Cerablûsê ji alîyê Dewleta Tirk ve careke din aşkere kir ku divê hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî damezrînin.

3- Pêwîstîya gelê Kurdistanê ji rêzgirtineke navxweyî heye. Bêyî ku kes xwe li ser kesî ferz bike pêwîstî bi dîyalog, hevkarî, yekgirtin û tifaqan heye. Lê berîya her tiştî xebat divê; xebat, xebat û dîsa xebat.

4- Ji bo balansek di sîyaseta bakurê Kurdistanê bê çêkirin, pêwîstî bi partîyeke xurt ya azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî heye. PAK amade ye li ser vê sê xalan bê minaqeşe bi yên derveyî xwe re yekîtîya rêxistînî ava bike.

5- Li ser nirxên Kurdistanî, divê hemû Kurd ji hevdu re rûpeleke nû vekin. Heta Kurd hebûna xwe, hebûna Kurdistanê wek bingeheke esasî nebînin, dê tu kes jî wan tiştekî nehesibînin.

misto2.jpgmisto3.jpgmisto4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin