Ozçelik serdana Kerim kir; "em we pîroz dikin"

Ozçelik serdana Kerim kir; "em we pîroz dikin"

Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm pêşewazîya heyeta PAKê kir.

A+A-

Serokê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik li gel endamê Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Temo Ayas , roja 05.04.2017an li Parêzgeha Kerkûkê seredana Parêzgarê Kerkûkê Rêzdar Dr. Necmedîn Kerîm kirin.

Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Mustafa Özçelik, ji bo vê pêşewazîyê spasîya Rêzdar Dr. Necmedîn Kerîm kir û got ‘’Em  cenabê we û Encumena Parêzgeha Kerkûkê , ji bo biryarên  bilind kirina Ala Kurdistanê û pêk anîna referandûmê li Kerkûkê, pîroz dikin. Ev herdu biryar jî biryarên dîrokî ne .Em wekî xuşk û birayên we yên bakurê Kurdistanê piştgirîya we dikin, li gel we ne’’.

Rêzdar Dr. Necmedîn Kerîm jî got: ‘’Ji bo vê seredanê spasîya we dikim. Silavên me yên birayane li endamên xwe û li xuşk û birayên me yên bakur bikin’’.

Heyeta PAKê û Rêzdar Dr. Necmedîn Kerîm di derbarê  rewşa bakur û başûrê Kurdistanê û Tirkîye û Iraqê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Hevdu dîtina heyeta PAKê ya li gel Parêzgarê Kerkûkê Rêzdar Dr. Necmedîn Kerîm, di atmosfereke dostane û pêşewazîyeke germ bi dawî hat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin