Ozçelîk: "Komxebat hêvîyên wan geştir kirîye"

Ozçelîk: "Komxebat hêvîyên wan geştir kirîye"

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi peyamekê sipasê hemû beşdar û amadekarên Komxebata PAKê, kiriye.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik bi peyamekê sipasê hemû beşdar û amadekarên Komxebata PAKê ku di roja 7ê Gulana 2017an li Amedê li dar ketîye û bi awayekî serkeftî encam daye, kiriye.

Ozçelik di peyama xwe de dibêje; di meşa azadîya Kurdistanê de, bi beşdarbûna kadroyên nû û dipêşdebirin û xwenûkirina PAKê de, komxebat gaveke girîng bû û ev hêvîyên wan geştir kirîye.

Ozçelik di mesaja xwe de sipasîya wan hemû partî, dezgehên sivil, rewşenbîr, sîyasetvan, rojnamevan, hunêrmend û şexsîyetên ku beşdarî Komxebatê wan bûne û ji wan re mesaj şandine dike.

Ozçelik di beyana xwe de destnîşan dike ku, ji ber kêmasîya wext wan tenê mafê axaftinê dane nûnerên partîyên sîyasî  û ew hêvî dike ku nûnerên dezgehên sivîl û kesayetîyên ku beşdarî civînê bûne vê yekê xweş bibînin.

Ozçelik balê dikşîne ser wê yekê ku, ew kes û alîyên ku wan nekarîbûye vexwendinameyê bigihînin ber destê wan an jî yên bi derengî gihîştibe destê wan ew lêborînê ji wan dixwaze.

Di dawîya peyama xwe  de serokê PAKê Mustafa Ozçelik sipasî û pîrozbayîya hemû rêveber, endam û alîgirên PAKê dike ku ev komxebataka weha serkeftî lidarxistine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin