Özçelik: Em bi wefata welatperwerê Kurd Mahmut Çikman xemgînin

Özçelik: Em bi wefata welatperwerê Kurd Mahmut Çikman xemgînin

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, jiber wefata welatperwerê Kurd Mahmut Çikmanî peyameke sexweşîyê belav kir.

A+A-

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, jiber wefata welatperwerê Kurd Mahmut Çikmanî peyameke sexweşîyê belav kir.

Peyama Özçelikî wiha ye:

Îro (12.07.2020) me bi xemgînî wefata welatperwerê Kurd, Mahmut Çikman bihîst. Mahmut Çikman jiber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê.

Mahmut Çikman kadroyekî welatperwerê Kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê bû.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê, ji malbat û heval û hogir û hezkirîyên xwedê jê razî re sersaxî, sebir û metanetê dixwazim. Serê gelê me sax be.

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin