Faris Medenî Marsîl

Faris Medenî Marsîl

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Omer Çetîn (Kurdo) 1942 - 30. 08. 2014

A+A-

omer-cetin.jpg

Omer Çetîn di sala 1942ê de li gundê Bismîlê li Safiya hat dinê. Bavê wî Nîyazî axa li herêmê wek welatparezekî dihat naskirin û Omer bi fikrên welatparezî mezin bû. Piştî xwendîna xwe ya destpêk, navîn û lîseyê li Stenbolê dest bi Fakûlteya Hiqûqê kir lê li ber sebebên malbatî xwendina xwe xelas nekir. Di salên 60î de dema xwendekar bû li li asya, afrîqa û amerîka Latînî şerê neteweyên bindest û tevgera ciwanan di rojevê de bû û li metropolên Tirkiyeyê xwendekar di nav çalakîyan de bû û ev tesîr li wî jî kir. Ew jî ket nav van çalakîyan lê di nav tevger û partîyên Tirkiyeyê de cî nestend. Li derûdora unîwersîteyê bi xwendekarên weletperwer re têkilîya wî hebû û li Stenbolê Qahwexaneya Suleymanîyê ji xwe re kiribûn navend. Li gorî heval û nasên wî yên wê demê hergav şîretan ji wan re kiriye ku kurd divê di nav rêxistinên Tirkiyeyê de cî nestînin.

Di sala 1967an de li Stenbolê dema Uniwersiteyê de bi çend hevalên xwe, Osman Aydin, Ferîdun Yazar, M. Alî Mizrak û Kemal Aras re bi navê ‘Roj’ grûbekekê sîyasî a ilegal ava dikin lê ev grub bi ser nakeve.

Di dema unîwersîteyê de ye ji bo gelşekê malbatî vedigere gund tûjî buyarekê dibe ku dikeve girtîgehê, demek di girtîgehê de dimîne û li wê hin heval û dost qezenc dike ku di pêşerojê de ji wan bi hinan re di partîyê de bi hev re kar dike.

Yek ji taybemendîyên wî kerekterê gundîyan baş nas dikir û her weha zaaf û qisurên wan jî. Jîyana wî ya gundayetîyê, tercubeya wî ya hefsê, hevaltîya wî ya bi xwendekaran re ew dikemilîne û însanan zêdetir nas dike û ev di rîya wî ya dirêj ya sîyasetê de gelek bi kêrî wî tê.

Yek ji îdolê wî yên wê demê Edib Karahan e û kêfa wî ji Hikmet Buluttekîn(Çeko) re tê.

Di sala 1970ê de di meha Îlonê de li ser pêşnîyara Osman Aydin ew dibe endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demokrat Kurdistanê li Tirkiyeyê (PDK-T). Cara yekem di civînê de Dr. Şivan nas dike û sempatîyek ji re nîşan dide. Êdî li ser dîrektîfên partîyê karê siyasî û rêxistinî dimeşîne.

Li herêma komîteya partîyê bi Ebas Izol û F.O re ava dike; ew dibe serokê herêma Diyarbekir, Riha û Mêrdînê.

Wexta di 18ê Çileya Paşîn a 1971ê de DDKOya Diyarbekirê tê avakirin ew wek serokê wê tê hilbijartin. Lê piştî çend mehan di 12ê Adarê de bi muhtirayeka eskerî hukimet dikeve, Orfî îdare tê îlankirin û li gel sazîyên din DDKO jî di 26ê Nîsanê de tên girtin û serok û endamên wê tên hepiskirin yên nahên girtin jî li wan digerin. Navê wî di radyo û ajansên dewletê de belav dibe û ew mecbûr dimîne di 5ê Gulana 1971ê de derdikeve û diçe kampa partîyê ya Başûrê Kurdistanê. Êdî li wê bi navê Kurdo tê naskirin.

Li kampê wek endamê Komîteya Navendî yê PDK-T dikeve nav aksîyonan. Li kampê bêşdarî semineran dibe, ew bi xwe semîner dide, bi piralî xebatê didomînin. Partî êdî gihaştîye wê bawerîyê ku divê di bin dîrektîf û rêveberîya partîyê de rêxistinekê çekdarî jî hebe û ew komîteyekê ava dikin. Dr. Şivan, Soro, Kurdo, Çeko û Birûsk rêvebirên vê komîteyê ne û ev komîte herêma Hekkarî û derûdora wê wek navend hildibjêrin. Partî dest bi xebata xwe ya rêxistînî dike; bi şev derdikeve gundan di nav gundiyan de propaganda dikin û yên munasib in dikin endamê partîyê. Di demek kurt de du hezar endamê partîyê çêdibin û û dora 3 hezaran jî dilxwazên partîyê. Di nav du- sê mehan de trafîkekê intensîv di navbera başûr û bakur de çêdibe.

Li gorî Omer Çetin; Dr. Şivan gihaştîbû wê qeanatê ku li Kurdistana Tirkiyeyê jî şerê çekdarî dikare bi ser bikeve. Bêyî ku zemîna şematok a rojhilata navin û balansa hêzan berbiçav bigre amedayîya serhildanê kir. Di wê demê de rehmetî Qasimlo li Baxdayê dima. Car carna ji bo serdana Barzanî û PDKê dihat Gilalayê û Hecîomranê. Di serdaneka weha de Dr. Şivan bi Qasimlo re, jê soza temînkirina çekan digre. Heta bi wasiteya wî şexsekî ku ji Sovyetê çekan temîn bike, nas dike. Û li ser temînkirina 5 hezar keleşînkof li hev dike; ku serê keleşînkofê 30 dînar bû. Ev teşebus, bû dawîya jîyana Dr. Şivan û hevalên wî.” (Dildarê Doza Kurdistanê-Çeko -Hikmet Buluttekin-, s. 257, Nas yayinlari)

Bûyara bêyom ku sebeb û dîyardeyên wê hin jî heta nuha nayê zanîn diqewime; serokê Partîyê Dr. Şivan û du endamên rêvebirê Çeko û Birûsk bi îdîdaya kuştina Seîd Elçî û Mihemd Begê tên îtham kirin û ji alîyê karbidestên Başûr ve di 26.11. 1971ê de tên kuştin. Piştî kuştina wan derbeyeka giran li partîyê dikeve û endamên mayî hinek ji wan vedigerin Bakûr; Omer Çetin, Necmettîn Buyukkaya, Nazmî Balkac (Soro) û Omer Ozsokmenler(Cûdî), Muhterem Biçimli, Mele Mahmud Okutucu û Mele Abdilkerim Ceyhan diçin binxetê. Omer û Neco li wê diçin Swêdê; Muhterem Biçimli û Mele Mahmud jî ji Libnanê diçin Almanyayê li wê jî xebata xwe ya sîyasî û kulturî dom dikin.
Beriya ku here Swedê, Omer Çetin li Çekoslovakya yê dimine. Li wê derê di hevdîtin bi Qasimlo ve dike. Li ser pêşniyariya wî derbasi Swedê dibe.

Piştî efûya 1974an Omer û Neco di meha Gulanê de diçin Beyrûdê li wê program û destûra PDK-T ji nuh ve ber bi çav re derbas dikin û redakte dikin û bi hêz û partîyên Rojhilata Navîn re dikevin nav têkiliyan.

Di Ilona 1974ê de Omer Çetin vedigere welat û di sala 1975ê de li welêt civîn li ser civîn çêdikin û Partîya Dr. Şivan a PDK-T dîsa reorganîze dikin û bi vî navî dikevin nav xebatê. Di sala 1977ê de hewildidin navê partîyê bigehurînin û dikin Partîya Şoreşa Millî ya Kurdistanê lê li ser bêtalîhîyek mohra wê tê girtin mecbûr di sala 1977ê de îcar navê partîyê dikin, Partî Karkerî Kurdistan lê, di raya giştî de wek Demokratên Şoreşger û bi navê rêxistina xwe ya ciwanan DDKD tê naskirin. Herweha partî bi navê DDKAD komeleyeka jinan ava dike û di nav her qatmanê civakê de xwe bi rêxistin dike; di nav karkir, gundî, karmend, mamoste, mihendiz, dixtor, awûqat, esnaf, xwendekaran de rêxistin ava dike. Li hember zilm û zora dewletê bi xwepêşandinên girseyî reaksîyon nîşan dide. Di hilbijartina Senatoyê ya 1979ê de bi namzêtên xwe bêşdar dibe; îmkanê radyo û tv ya dewletê bi kar tîne propagandaya rêxistinê derdixîne radeyeka bilind û hêvî dide gel û li seranserê Kurdistanê û li Rojhilatan Navîn û li Ewrûpayê navê wê belav dibe û li Bakurê Kurdistanê wek hêzeke sereke tê naskirin.

Bi kurtî; KIP/DDKD bi navekî din Demokratên Şoreşger di konjuktura salên 70î de derbarê têkoşîna neteweyî û civakî ya Kurdistanê de bi dîtinên xwe yên sîyasî û demokratîk yên maqûl û bi îsabet û bi têkoşîna xwe ya bi mantîq û meqbûl di dîroka Kurdistanê de cîyekî nimûne û sereke distîne û bê guman di vir de rol û misyona Omer Çetin heye..

Lê Cuntya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê yî li dijî têkoşîna hêz û partiyên tirkiye û Kurdistanê çêdibe; di destpêkê de endam û teraftarên partî û rêxistinan û piştre welatparêzên kurd tên girtin û di îşkenceyê de derbas dibin. Yên nayên girtin derdikevin derveyî welêt û piranî diçin perçeyên din yên Kurdistanê û Libnanê. Ji bê îmkanî û bê tercubeyî hêz û rêxistinên bakur perçe dibin. Yên tên girtin hinek berxwe didin hinek serî datînin gelek kes di îşkenceyan de tên kuştin û birîndar dibin û bi cezayê giran tên cezakirin.

Piştî cuntayê li Kurdistanê pêvajoyekê ji nû ve dest pê dike. Êdî li bakur sîyaset bi aweyekî din dimeşe qada Kurdistanê dibe şer û demografyaya Kurdistanê ser û bin dibe; bi hezaran gund tên vala kirin; bi milyonan Kurd berê xwe didin metrepolan, bi sedan cînayetên qesasnedîyar rû didin.

Omer Çetîn di 72 sal jiyana xwe de bi taybet ji di navbera salên 1970 û 1982ê de yek ji wan aktorê siyasetê ye ku mohra xwe li pêvajoyê xistiye; gah serketîye gah sekinîye lê li weletperwerîya xwe tu tawîz nedaye di tevgera siyasî ya kurd û Kurdistanê de dê navê wî her bimîne .

Omer Çetin bavê 4 zarokan; Farûq, Şîyar, Biyan û Roza, bû. Di 30.08.2014ê de wefat kir, mekanê wî bihust axa wî adan be!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin