Ofîsa YPG li Pragê hate girtin

Ofîsa YPG li Pragê hate girtin

Rojnameya Pravo ya çêkî ragihand ku ofîsa YPG li Pragê "jibo ku di dabînkirina peywendiyan li gel berpirsên çêkî de biserneket", mecbûr ma ku deriyê xwe bigre.

A+A-

Rojnameya Pravo ya çêkî ragihand ku ofîsa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Pragê "jibo ku di dabînkirina peywendiyan li gel berpirsên çêkî de biserneket", mecbûr ma ku deriyê xwe bigre.

Ofîsa YPG di Nîsana îsal de, bi beşdarbûna serkirdeya YPG Nisrîn Abdullah li paytexta komara Çêk hatibû vekirin, û rêveberiya bi ser PYD ve ew mîna serkeftineka dîplomasî mezin nîşan dabû.

Li ser vê babetê lêkolînerê siyasî yê çêkî Michail Murad ji Pravo re weha got: " Peywendiyên di navbera PKK û PYD de diyar in. Girêdanên wan yên di warên idiyolocî û leşkerî de gelek bi hêz in. Em giringiyeka taybet didin wê yekê ku em û Tirkiye di çarcoveya NATO de hevpeyman in, û diyare Tirkiye naxwaze ku ofîseka wisa li welatê me hebe."

Girtina ofîsa YPG li Pragê hevdembû li gel serdana wezîrê derve yê Komara Çêk Lubomir Zaoralek jibo Tirkiye bi mebesta vegerandina du hevwelatiyên wê ku bi tawana ku şervanên HPG ne berî mihekê li Şernexa Botanê hatibûn girtin, lê malbat û hevalên wan vî tiştî red dikin û dibêjin ku ew bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyên mirovî çûbûn Kurdistanê.
(E.B)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin