NY: Heta niha 200 hezar Êzidî li Herêma Kurdistanê aware ne

NY: Heta niha 200 hezar Êzidî li Herêma Kurdistanê aware ne

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî îro pêncşemê ragihand, zêdetirî 200 hezar Kurdên Êzidî ku ji jenosîda DAIŞê rizgar bûne, hîn jî li Herêma Kurdistanê aware ne.

Neteweyên Yekbûyî îro pêncşemê ragihand, zêdetirî 200 hezar Kurdên Êzidî ku ji jenosîda DAIŞê rizgar bûne, hîn jî li Herêma Kurdistanê aware ne.

Rêxistina Navdewletî ya Karûbarên Awareyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê diyar kir, pêwîstiyên awareyên Êzidî (ku heta niha piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn) gelek zêde ne.

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, dijwariya jiyana awareyên Êzidî wisa dike ku tenê pêwîstiyên xwe yên rojane daxwaz bikin.

Li gor daxuyaniya NY, DAIŞ bi rêjeya %80 jêrxana giştî û herwiha %70 xaniyên Êzidiyên li Îingal û derdora wê, wêran kirine, ku bi rêjeya %85 nişteciyên wan navçeyan, pişta xwe dane çandiniyê.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, DAIŞê destê xwe dirêjî samanên sirûştî yên wan navçeyan jî kiriye, hemû rûbar, bîrên avê û zeviyên çandiniyê wêran kirine.

Neteweyên Yekbûyî ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî daxwaz dike, keş û hewayek pêk bînin ku bûyerên bi ser Êzidiyan de hatine, dubare nebin û ji bo vegera wan a bo jiyan û avedankirina deverên wan, alîkar bin.

Sala borî tîmeke lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî belgeyên berdest ên li ser jenosîda Êzidiyan eşkere kirin. Li gor zanyariyên wê tîmê, heta niha jî 2700 Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine windakirin.

Di meha Tebaxa 2014an de rêxistina terorê ta DAIŞê êrîşî Şingal û derdora wê kiribû û çekdarên rêxistina terorê dest bi jenosîda Êzidiyan kiribûn.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin